Erdelan Hewramî: Erdogan întîqama DIŞIê ji Kurdan destine

Erdoganê ku li gel Qeterê di ava kirin, sazmandehî kirin û pirçek kirina cîhadiyên radîkal (DIŞI, DAIŞ) de roleke serekî lîstiye, bi derketin û bihêz bûna DIŞIê xewin û xelayên mezin bo xwe danî bû.

Erdogan wisa xeyal dikir ku bi pereyên Qeterê û bi rêya DIŞIê dikare devereke gelek mezin ji erdnigariya Rojhilata Navîn bi taybetî li Îraq û Sûriyeyê dagîr bike û desthilateke îslamî li ser esasê îdeolojiya komela Exwan Muslimîn ava bike û xwe jî weke Xelîfeya îslamê ragehîne.

Erdogan dixwest bi dagîr kirina erdnigariyeke gelek mezin xwe û Tirkiye bike weke Îranê, çawe Îran bo şîeyên cîhanê bûye weke pêşeng û navend, Erdogan jî bi heman awayî dixwest bo suneyên cîhan û Rojhilata Navîn xwe bike xelîfe û Tirkiyeyê jî bike navendeke pêşeng ya bo suneyan.

Dema DIŞI cara ewil êrîşî ser hin herêmên sune li Îraqê kir, Erdogan ji xweşiya xwe tevahiya çapemeniya dewletê bo girîngî dan bi êrîş û pêşrewiyên DIŞIê xistibû tevgerê.

Beriya ku DIŞI Mûsilê dagîr bike Serokwezîrê vê demê yê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû, Nêçîrvan Barzanî çend caran ji Erdogan û rayedarên din yên Tirk re got ku beriya Mûsil bikeve destê DIŞIê em dikarin balyozxaneya we û karmendên balyozxaneya we rizgar bikin, lê Erdogan û rayedarên din yên Tirkiyeyê, ew yek red kirin û gotin: DIŞI birayê me ye û tiştek ji welatiyên Tirkiyeyê re nake.

Piştî dagîr kirina Mûsilê bi fermana Erdogan karmendên balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Mûsilê û hijmareke zêde ji Tirkmanên deverê, ji aliyê terorîstên DIŞIê ve bo Sûriyeyê hatin veguhastin û pişt re jî li Sûriyeyê bo Tirkiyeyê hatin veguhastin. Mebesta Erdoganê ji birina Tirkimanên deverê bo Tirkiyeyê ew bû daku ew ciwanên Tirkman perwerde û pir çek bike û dîsa wan bişîne deverê.

Erdogan wisa hizir dikir ku bi rêya DIŞIê dikare piraniya deverên sune yên Îraqê, herêma Kurdistanê  ( Başûrê Kurdistanê) û Rojavayê Kurdistanê dagîr bike, bo vê yekê ferman bi DIŞIê kir daku êrîşî ser başûr û rojavayê Kurdistanê bike û derfet bo Erdogan çê bibe ku xwe bike xelîfeya suneyan li deverê de.

Lê piştî têk birina DIŞIê li başûr û Rojavayê Kurdistanê Erdogan ku dît xewin û xeyalên wî bi dawî hatine, soza stendina întîqama DIŞIê ji Kurdan da.

Erdoganê ku dema DIŞI êrîşî Kobanê kir û digot Kobanê kêm maye bikeve, û şadî dikir bo xwe, nikarî têkçûna DIŞIê tehemol bike lewre dîsa bi pereyên qeterê û bi piştîvaniya hin welatên din yên deverê weke Îranê, bi navê pêşî girtin ji parçe kirina Îraq û Sûriyeyê, dest bi operasiyonên mezin li dijî gelê Kurd li rojava û başûrê Kurdistanê kir.

Piştî vê yekê Erdogan bi rêya DIŞI û cîhadîstên din yên Sûrî ku ji xwe re dibêjin opozîsyona Sûriyeyê dest bi êrîşên leşkerî bo ser rojavayê Kurdistanê kir û di encam de jiber bêdengiya Amerîka û Rûsyeyê, Erdogan û cîhadiyên Erdoganê karîn hin herêm û deverên Rojavayê Kurdistanê dagîr bikin.

Erdogan piştî kuştina xelîfeya yekê yê DIŞIê Ebûbekir Bexdadî, bo ku kesûkarên Ebûbekir Bexdadî nekevin destê hêzên Kurdî û hevpeymaniya cîhanî, bi lez û bez kesûkarên Bexdadî bire Tirkiyeyê û car car nûçeyên direw jî ji medyaya xwe belav kirin ku digotin qaşo kesûkarên Ebûbekir Bexdadî binçav kirine.

Li gor zaniyariyên îstîxbaratî, ti kesûkarekî Bexdadî li Tirkiyeyê nehatiye binçavkirin belku jiber îfşa nebûna têkiliyên Erdogan û DIŞIê, MÎT ew kesên han revandiye Tirkiyeyê û wan diparêze.

Li gel berdewam kirina operasiyonên Tirkiyeyê li dijî Rojavayê Kurdistanê bo stendina întîqama DIŞIê, vê carê jî Tirkiye bi hinceta şerê dijî pkk berê êrîş û operasiyonên xwe da başûrê Kurdistanê. Raste Tirkiye êrîşî ser pkkê dike û pkk jî bersif dide, lê ya rast ewe ku armanca serekî ya Tirkiyeyê tenê ne pkkye belku Erdogan û Tirkiye dixwazên bi navê pkkê û bi hinceta pkkê, êrîşî destkeftiyên Kurdan li başûr û Rojavayê Kurdistanê bidomînin daku destkeftiyên Kurd ji nav bibin.

Jiber ku Kurd hem li rojava û him jî li başûr bûn sedema têk çûna xewin û xeyalên Erdogan yên bo ragihandina xelafeta xwe yaku dixwest bi destê DIŞIê ava bike.

Tişta ku Erdogan li Efrîn, Serê Kanî, Girê Spî û deverên din yên dagîrkirî dike bo guhertina demografiya wan deveran, vê yekê îsbat dike ku Erdogan hîn jî dev ji xewinên xwe yên têkçûyî ber nedaye, û dixwaze bi guhertina demografiya wan deveran, cîhadî û malbetên cîhadiyan li nêzî xwe ( Tirkiyeyê) kom bike daku dubare bikaribe hewl bo cîhbicîh kirina xewinên xwe bide.

Tişta ku îro li Heftenîn, Behdînan û rojavayê Kurdistanê tê meşandin, operasiyone bo stendina întîqama DIŞIê ji Kurdan. Ji ber ku Tirkiye di êrîşên xwe yên li başûr û rojavayê Kurdistanê de bi giranî welatiyên sivîl û cîhên steratejîkî yên torîstîkî û çandiniyê dike armanc. Ew jî nîşan dide ku kirb û kina Erdogan li dijî Kurdan ewqas zêdeye ku Erdogan ferman bi hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê daye ku ne tenê welatiyên Kurd yên medenî werin kuştin belku xweza, jîngeh û jêrxana abûriya Kurdistanê jî were wêrankirin.

Erdogan heta hilbijartinên payîzê yên li Amerîkayê berdewam dibe li ser hewlên xwe bo stendina întîqama DIŞIê ji Kurdan, lê gelo serkeftî dibe an na? bêgoman serkeftina Erdogan eger hebe, demkiye, jiber ku Kurd û hêzên Kurdî li wê rastiyê têgehêştine û vê bersifên dijwar bidin êrîşên Erdogan.

 

İlginizi çekebilir