Erdelan Hewramî: Di nava AKP de çi diqewme?

Ew demêke ku Tirkiye ji aliyê du balên dewleta kûr ya Tirkiyeyê ve, bala NATOcî û bala Evrasiyacî ku Dewlet Baxçelî û Dogû Perînçek nuneratiya wan dikin, tê îdare kirin.

Di fermiyetê de navê AKP û Erdogan heye, lê di rastî de Erdogan, AKP û Tirkiye ji aliyê wan du balên dewleta kûr ve tê îdarekirin.

Erdogan ku xwe xistiye cîhê dewlet û mekanîzmaya dewletê, bêyî Baxçelî û Perînçek nikare ti biryarek bide û ti gavekî bavêje.

Jiber bihêz bûna pêgeha wan her du balên dewleta kur di nava hikûmeta Tirkiyeyê de, ew demeke ku siyaseta navxweyî û ya derve ya Tirkiyeyê hatiye guhertin, li ser astê navxweyî siyaseteke neteweperest û faşîst tê cîhbicîhkirin û li ser astê derve jî siyaseteke dagîrkerî û xwesepandin û nakokîçêker tê cîhbicîhkirin.

Ew siyaseta han li Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriye, Yemen, Lîbya, Rojhilata Behra spî, Qefqasiya, Qibirs û Yûnanistanê û Qerebaxê bi eşkere xwe daye diyarkirin.

Piştî serkeftina Jeo Biden di hilbijartinên Amerîkayê de, û herwiha piştî gefên welatên endam di Yekîtiya Ewrûpayê de û danîna dorpêçan li ser Tirkiyeyê, niha Erdogan û hevalbendên wî hewl bo vê yekê didin ku ew bargiraniya ser Tirkiyeyê yaku jiber siyaseta derve ya Tirkiyeyê çê bûye, kêm bikin. 

Ji bo vê yekê Erdogan dibêje Em amadene li gel hikûmeta nû ya Amerîkayê hevkarî û hemahengiya zêdetir bikin û hevpeymaniya xwe bidomînin, bo Ewrûpayê jî Erdogan dibêje pêşeroja Tirkiyeyê di nava YE deye û endamtiya Tirkiyeyê di YEê de amanceke steratejîk ya Tirkiyeyê ye.

Herwiha bo razî kirina raya giştî ya Amerîka û YEê Erdogan qala pêkanîna reforman di warê dadwerî, demokrasî û abûriyê de dike, ew gotinên han yên Erdogan jî tenê bo razî kirina Amerîka û YEê ne.

Lê di heqîqetê de Erdogan jiber ku ji aliyê her du balên neteweperest yên dewleta kûr ya Tirkiyeyê ve ( NATOcî û Evrasiyacî) hatiye dorpêçkirin, nikare ti gaveke erênî bavêje. Jiber ku roja Erdogan got emê reforman bikin, di heman rojê de bi fermana wezîrê

 navxwe Suleyman Soylû, ku nûnerê bala neteweperest ya dewleta kurd di nava hikûmetê deye, li Diyarberkirê li dijî Siyasetmedarên Kurd operasiyona binçav kirinê hate lidarxistin, ew operasiyona han peyamek bû bo Erdogan û ji Erdogan re hate gotin ku tu nikarî bêyî me ti biryarek bidî û nikarî bêyî me ti gavek bavêjî.

Eger qala dev ji kar berdana wezîrê berê yê xezîne û darayiya Tirkiyeyê Berat Albayraq jî bikin, vê demê der dikeve, ku Albayraq jî jiber gef û zextên MHPê ji kar hatiye avêtin. Jiber ku di navbera Soylû û Albayraq de nakokî û alozî hebûn û Erdogan jî li hember zextên MHPê nikare berxwe bide û raweste.

Zextên MHPê li ser AKPê tenê ne ewqasin, di mijara dev jikar berdana Bulnet Arinç jî de xwe nîşan dan. Arinçê ku zêdetir ji 40 sale hevrê û hevxebatê Erdogane, jiber çend gotinên taybet bi Demîrtaş û Kavala, rastî êrîşên tund yên MHPê hat, li gor zaniyariyên berdest, Baxçelî ji Erdogan re gotiye ku ya Arinç bavêje anjî emê ji hevpeymaniya Cumhur vekêşin. 

Erdoganê ku dizane dengên AKPê kêm bûne û ti alternatîfek jî bo MHPê li cem wî tuneye, herwiha dizane ku eger ji MHPê cuda bibe vê dengên AKPê hîn zêdetir davekin, neçar bû, daxwaza MHP û Baxçeliyê pêk bîne û hevrêya xwe ya 40 salî bavêje.

Niha AKP û Erdogan ketine nava rewşeke wisa ku li pey alternatîfek bo MHP digerin lê nikarin alternatîfek jî amade bikin, hewl didin IYI partî bikin alternatîfa MHPê li eger IYI ku piraniya dengên vê ji dijberên AKP û MHPê pêktên, bibe hevpeymanê AKP û Erdogan vê demê dengên IYI partî jî bi awayeke gelek zêde kêm bibin.

Lewre Erdogan niha li pey vê yekê ye ku partiyeke nû ya Kurdî ava bike û ew partiya han bike alternatîfa MHPê û di nava raya giştî ya Kurdî de jî bike alternatîfa HDPê.

Erdogan dixwaze bi yek gav du armancan bidest bixe lê serkeftî nabe, jiber ku IYI partî baş dizane ku eger bibe hevpeymanê AKPê vê dengên xwe ji dest bide.

Derbarê alternatîfa partiyeke Kurdî de jî ew 18 sale Kurd tê fêde ji Erdogan û AKPê nedîtine, ew partiyên qaşo Kurdî yên Îslamî jî weke Hudapar ku heta niha piştîvaniya AKPê dikirin ji AKPê bêzar bûne. 

Herwiha ew kadro û endamên Kurd yên AKPeyî jî niha bûne armanca êrîşên AKPê, weke mînak Ensarîoglû, rastî lêpirsînê hatiye, Ihsan Erslan ku hevrê gelek nêzî Erdogan bû jiber ku li xwe mokir hatiye ku gotiye, pêvajoya aştî û çareseriyê jiber parastina serweriya dewlet û yekparçeyiya Tirkiyeyê ji aliyê AKPê ve hate têkdan, bo komîteya dîsplîna AKPê hatiye şandin û tê payîn ew jî ji AKPê wer derxistin.

Lewre ew Kurdin nava AKPê jî niha nû bi nû li xewa giran hişiyar dibin û lê jiber berejwendiyên xwe yên taybetî hîn jî nikarin dev ji AKPê berdin.

Derbarê ava kirina partiyeke nû ya Kurdî de jî, ew kesên ku AKPê hesabê li ser wan dike, weke Orhan Mîroglû, Altan Tan, Adem Geverî û Ûlek jî di nava raya giştî ya Kurdî de ti pêgeh û hêzeke wan ya girseyî tuneye, lewre ew hewla han ya AKP û Erdogan jî hîn destpê nekiriye,bê encam dibe.

Di dawî de, lazime were gotin ku niha AKP û Erdogan hem di warê siyaseta derve û him jî di warê siyasetê navxweyî de rastî qirîzên gelek mezin û bêçareser hatine. Egera danîna dorpêçan li ser Tirkiyeyê ji aliyê Amerîka û YE ve gelek bihêze, di astê navxweyî de jî Erdogan ketiye bindestê Dogu Perînçek û Baxçelî, lewre bêyî erê kirina wan nikare ti gavek bavêje, jiber vê yekê ye ku niha Erdogan baş dizane ku li dawiya temena desthilatdariya xwe nêz bûye lê bi gotinên curbicur yên weke reforman dixwaze hineke din temena desthilata xwe dirêj bike, lê di vê warî de jî serkeftî nabe.

İlginizi çekebilir