Encûmena Wezîran encamên protestoyên xwepêşandanên xwendekaran gotûbêj dikin

Bi serokatiya Mesrûr Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê civîna Encûmena Wezîran dest pê kir.

Dezgeha Ragihandin û Pêwendiyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku PUKmedia`yê wêneyek jê wergirtiye de ragihand: Civîna encûmena wezîran dê li ser van babetan gotûbêj bike:
Yekem, du mijar ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê pêşkêş kirin:

1- Encamên beşdarbûna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Diyaloga Menamê de ku 3 rojan li paytexta Behrên, Menamê birêve çû.
2- Pêşhatên siyasî yên piştî hilbijartinên Parlamentoyê û peyama Herêma Kurdistanê bo hêzên siyasî ji bo diyaloga bêdeng ji bo berjewendiya giştî ya welat dûrî tundî û xistina qurbaniyan.

Duyem: Mijara xwenîşandanên xwendekarên zanîngeh û peymangehan ji bo daxwaza dayîna xerciyên mehane, pêşhatên dawî û encamên wan xwepêşandanan û erkên wezaret û dezgehên pêwendîdar di vê derbarê de.

Benzer haberler

Halil Dalkılıç: Kurd ji hev direvin!..

Sêyem: Pêşkêşkirina hewlên Hikûmeta Herêmê derbarê rewşa koçberên Kurdistanê li ser sînorên Belarûsya û Polonya û hewlên vegerandina wan bo deverê.

Çarem: Mêvandarîkirina Ebdulrehman Sadîq, serokê desteya parastin û başkirina jîngehê, ji bo pêşkêşkirina raporteke berfireh li ser jîngeha Herêma Kurdistanê.

Pêncem: Pêşkêşkirina raporta Wezareta Kar û Karûbarên Civakî li ser mijarê karkerên biyanî li Herêma Kurdistanê û derfeta guhartina wan bi karkerên navxweyî.

/PUKmedia/

İlginizi çekebilir