Encama Pêşbırka Helbestan a Arjen Arî : Bahadîn Akhan hêjayî xelatê hate dîtin

Îro cejna zimanê kurdî ye. Em li ser navê pêşbirkê û Weşanên Sor cejna zimanê kurdî pîroz dikin û hêvî dikin ku ev pêşbirk hê gelek şairên jîr bigihîne edebiyata kurdî û bi qelemên wan edebiyata kurdî bi pêştir ve biçe.

Îsal cara 9. li ser navê Arjen Ariyê şaire gewre pêşbirka helbestan tê lidarxistin. Juriya îsalîn ji Îrfan Amîda, Necla Arî, Hatice Kılıç, Hamid Omerî û Rêdûr Dîjle pêk dihat. Pênc endamên juriyê dosyeyan nirxandin û dengen xwe dan. Weke encam dosyeya bi navê AN JÎ GILÎ GOTINÊN LI SER HATINÊ ya Bahadîn Akhan hêjayî xelatê hate dîtin.
Bahadîn Akhan kî ye?

Kurtedanasîna xwe ya ku bo pêşbirkê şandibû bêyî ku em jê qut bikin an lê zêde bikin wiha ye:

Navê min Bahadîn e, paşnavê min Akhan e. Li Kopê ji dayik bûme. Li gundê Kekeliyê mezin bûm. Min dibistana seretayî û navîn li gund, lîseyê li navçeyê xwend. Min li Mêrdînê di Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî da lîsansa xwe qedand û niha li heman zanîngehê mastera xwe dikim. Li ser teoriya romanê û romana kurdî xebatên xwe yên akademîk pêş da dibim.Bi xebatên kurdî ra mijûl im. Carna ji bo hin weşanxaneyan wergêrî û edîtoriyê dikim. Demekê li Rojnameya Xwebûnê xebitîm, li ser Youtubeyê dersên kurdî da.
Em weke amadekarên vê pêşbirkê wî pîroz dikin û me hêvî heye ku di warê edebiyata kurdî de him bi şa’iriya xwe, him jî bi xebatên xwe yên akademîk her bi pêş ve biçe û berhemên hêja bigihîne xwînerên kurdî.

Benzer haberler

Ligel vê xelatê weke tê zanîn em her sal xelata rûmetê jî didin. Îsal Ragıp Zarakolu yê nivîskarê hêja hêjayî xelatê dîtin. Rêzdar Zarakolu yek ji wan rewşenbîran e ku bi domdariya emrê xwe her ji bo mafê gelê kurd bi qelema xwe têkoşiya, di demên herî dijwar de bêyî kul i hemberî zext û cezayan serê xwe bitewîne li ser tarîx û çanda kurdan biisrar karûbarên weşanê kiriye.

Derheqê merasîmê de em ê di rojên bê de agahî bidin raya giştî.

Weke her sal, em daxuyaniya xwe dîsa bi bangekê bi dawî dikin: gelî canik û camêran ji bo sala bê pêşbirkê bişopînin û helbestên xwe bo pêşbirka helbestana a Arjen Arî bişînin. Em bang li sazî û dezge û medyaya kurdan dikin da ku bêhtir danasîna pêşbirkê bikin.

MALBATA ARJEN ARÎ
WEŞANÊN SOR

İlginizi çekebilir