Di xwepêşandanên dijî kuştina Jîna Amînî de li Kurdistana Îranê 5 kes hatin kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan ya Hengaw ragihand ku di xwepêşandanên bo şermezarkirina kuştina Jîna Amînî de do Duşemê li parêzgeha Kurdistan li Îranê herî kêm 5 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên Îranê ve hatine kuştin.

Rêxistina Hengaw li ser Twitterê ragihand ku 2 kes jiber guleberdana hêzên ewlehîyê li bajarê Saqiz hatine kuştin, ku Jîna Amînî ji wî bajarî bû.

Hengawê herwiha da zanîn ku du kesên din li bajarokê Dîwanderê „bi guleyên rasterast“ yên hêzên Îranî hatin kuştin ku ev jî herêmeke Kurdan e.

Rexistina Hengaw got ku kesê pêncan jî li Dehgolan hatiye kuştin ku ev jî herêma Kurdan e.

Hengawê herwiha dîyar kir ku di xwepêşandanan de herî kêm 70 kes jî birîndar bûne.

Îranê heta niha di derbarê kuştinan de daxuyanîyeke fermî nedaye û piştrast nekiriye.

Ajansa fermî ya nûçeyan IRNA got ku li hejmarek bajarên heft eyaletan xwepêşandanên „sînordar“ pêk hatine, lê xwepêşandaner ji hêla hêzên ewlekarî yên Îranê hatine belav kirin.

Ajansa IRNA hevdem ragihandinên kuştina du ciwanên birîndar red kir, ku di vîdyoyekî li ser medyaya civakî hat belav kirin de xuya dikir.

/ voa- kurdi /

İlginizi çekebilir