Colemêrgî: Milley Ji Bo Navbênkariya KCK û Turkî Çû Rojava 

Harûn Colemêrgî, yan jî bi navê din ê ku tê naskirin, Nirxandin, bi parvekirinên xwe yên medya civakî balê dikşîne. Bûyeran bi şêwazekî resen û nû dinirxîne. Fikran diafirîne, nerînên bi perspektîfeke din û fikirîna berfireh teşwîk dike. Dema fikrên xwe radigihîne jî uslûba xwe ya resen diparêze. Hin caran xwendinên mîtolojîk jî dike. Ji çavkaniyên mîtolojîk, projeksiyonan diafirîne û rojevê ronî dike …

Günay Aslan:

Bi gotina wî bi salan e “Şerê argûmanan dike …” Ez bi Harûn Colemêrgî re di der barê mijarên rojevê de axivîm ku Kurdan û meseleya Kurdistanê ji nêzîk ve dişopîne û bi tesbîtên xwe balê dikşîne…

Bi salan e em we bi nêrînên balkêş; bi twît we û gotarên we dişopînin. Xuya ye hûn bi baldarî tên şopandin. Mijarên ku tu kes nîne ziman, an jî naxwaze bîne ziman hûn tînin ziman, bi pêşveçûnên cîhanê hûn girîngiya nerînên stratejîk diyar dikin, hin caran tiştên ku nabe hûn derdixin pêş. Wekî min got Nirxandin hesabekî wiha ye ku balê dikşîne û têra xwe afirîner e. Di despêkê de ez bi pirsa her kes meraq dike, dest pê bikim; Nirxandin kî ye?Tu xwe çawa vedibêjî, çawa pênase dikî?

Colemêrgî: Ez kesekî Apoîzmê diparêzim, lê ez ne endamê tu rêxistinên Apoîst im. Belkî baştir bûya heke di dema xwe de bibûma endam, lê nebû. Ez wê di navbera Marksîzm û Kapîtalîzmê de wekî îdeolojiya sisiyan dibînim. Birêz Cemîl Bayik jî got ku ew Apoîst in û ne Marksîst in. Helbet heke çapemeniyeke Kurdan di ferqiya girîngiya van meseleyan de hebûya, dê di vê mijarê de bi hefteyan nîqaş bikira, giranî û kûrahiyek bida, lê tune. Ez naveroka Apoizmê ku cudahiya wê ya ji Marksîzmê nîşan dide, ji berhemên birêz Öcalan bi xwe dixwînim. Ez tenê şerê argumanan dikim.

Wê gavê em bi pirseke di rojevê de berdewam bikin. Divê serlêdana Serfermandarê Giştî yê DYA ya surprîz bo Rojava, çawa were nirxandin?

Colemêrgî: Du hêzên super ên cîhana ducemserî, li temama cîhanê ketine tevgêrên awarte. Ji Deryaya Pasîfîk heta baregehên cemsera bakur, ji Hindistanê heta Îsraîlê, ji Polonya heta Misrê, trafîkek awarte heye. Vê serlêdanê projeksiyonek da pirsa “Kurdistan di ku dera vî karî de ye?”.

Hin kes dibêjin ji ber sedema gefên Turkî yên li ser Rojava, her wiha hin kes jî bi operasyona Îranê girê didin ya ku roj bi roj nêzîk dibe?

Colemêrgî: Hewce nake ji bo gefên Tirkan here wir. Heke Turkî bi telefonekê rûnene, bi fîşekek îşaretê ji Derya Med were avêtin, dê li ciyê xwe rûne. Ji ber ku mutefîkê Turkî yê li ser kaxizê, DYE ji Rojava tu fîşekan bernade Turkî. Ji ber vê yekê netirsiyan dest bi dagirkirina Serêkaniyê û Efrîne bikin. Avantaja di destên Tirkan de, ji avantaja destê Ûris ya li hemberî DYE mezintir e. DYE û Ûris beramberî hev, xwedî çekên nukleer in, loma em dizanin heke şer bikin, dê şer heta ku here. Ev, ji bo şer dest pê neke, têra xwe çavan diqelibîne. Dema DYE û Turkî hatin hemberî hev, teqîna demançeyekê tenê jî li hemberî Turkî were kirin, dê bibe sedem ku Turkî ji NATO derkeve û têkeve Yekîtiya Şanghayê.

Di rewşeke wiha de, Cîhana Rojava ku dixwaze Ûris li ser sînorê Qirimê bisekine, dibe li Edîrneyê bibîne. Dê lêmanên Turkî bi teknolojiya Ûris, Çîn û Qosera Bakur tijî bibin. Loma min got heke Turkî bi telefonekê nesekine, bi fîşekek ji Derya Med were avêtin, dê bisekine. Dibe ev Qibris be, tevgêrên Turkî yên Derya Med an jî Derya Egeyê be. Dê şerê Yewnan û Turkan derkeve. Ajotina Turkî bi ser Rojava de, dibe ji Ûris re bibe mecbûriyetek, em vê yekê fêm dikin, dibe bawer nakin ku Esad bi serê xwe bikaribe li hemberî Kurdan têkeve tevgêrekê. Dibe êrîşa Tifaqa Şîa ya Sêserî jî li hemberî Kurdan bi avantaj nabînin, em fêm dikin, heta qomplîkasyona êrîşa Tifaqa Şîa ya li ser Kurdan, ango encamên ne di hesêb de jî dibe ji nuha ve nabînin, em fêm dikin, lê heke Turkî bi vê sedem û armancê wekî enstumanekî bi kar bîne, dê bibe sedem ku DYE jî enstrumanên cuda bi kar bîne. Konjonktura di 20’ê Tîrmeha 1974’an de kir ku talîmata “Bila Ayşe derkeve betlanê” were dayîn jî konjonktureke wiha bû. Piştî Frensa, dema Yewnan jî ji bo “parastinê” DYE bê minet kir, DYE jî adetî got “madem ez ne parêzvanê te me, wê gavê ez ji Turkî re nabim asteng, ka bibîne bê tu dikarî xwe biparêzî yan na” û Yewnan xist mitaleyan. Niha jî konjonktur çêbûye ku Yewnan talîmatekê bide û bibêje “Bila Sergio ji Malê Dernekeve” û herêmên ku di 1974’an de wenda kiriye, dîsa bi dest bixe. Her gavê dibe tevgerek ku Tirkan têxe mitaleyan, pêk were. Lê birêz Öcalan dibêje “Dê Turkî heta pênc deqeyên dawiyê îdare bikin.” Bi rastî jî wiha ye, hêzeke super ku Turkî derdixe hemberî DYE, ji aliyê hêzeke super a din ve neyê sekinandin û midaxele nekin, dê encamên nebaş derkevin holê. Hema hema dê her du jî bi hev du re pêk werin. Tu kes nikare bibêje DYE ew bera ber hev dan. Pir qul û qulêsekên te hebin, divê tu nekevî bin barê tu bi tena serê xwe nikarî hilgirî, cîhan meydana fersendan e.

Lewra pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêkek dagirkirina navnetewî ye, heke Kurd hêzeke nukleerî bin jî, bi tena serê xwe nikarin çareser bikin. Loma du hêzên super hem rasterast hem jî îndîrek ên ku wan nahesibînin, dûr-nêzîk dê rasterast bi wan re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê dema ji bo dagirkirina Serêkaniyê amadeyî dihatin kirin, dê Ûris di vê xalê de nesekine, her wiha heke DYE li Rojava tawîzan bide, dê ji bo Ûqreyna jî têkeve tevgêrê, me ev dît û nivîsî. Dîrokê em mafdar derxistin. Emerîqaya Trump li Efrîn û Serêkaniyê li gorî berjewendiyên xwe tevnegeriya. Trump, ji Erdoxanî re tûj kir. Xayintiya Trump a li berjewendiyên DYE’yê li aliyekî, ez serkeftina Kurdan a Efrînê jî cuda dinirxînim. Bi ya min Kurd hîn nû fêr dibin ku divê çi bikin.

Ji ber vê yekê, General Milley ji bo çavdêriya yekîneyên xwe nayê Rojava. Ji xwe fermandarên CENCOMê vê timî dikin. Heke hin kes dibêjin dê DYE Rojava li hemberî Îranê wekî baregeh bi kar bîne jî şaş in. Başûr û Rojava ji bo vê yekê ne guncav in. Kurd jî destûrê nadin rewşeke wiha. Ji bo Kurdan dê encamên hilweşîner derkevin holê. DYE û Îsraîl midaxeleyeke wiha bi balafirên xwe yên şer ên li Derya Med û li Basrayê têra xwe dikarin bimeşînin. Lê nabe mirov hêvî bike qey dema Kurd di midaxeleyê de nebin pişta eniyê dê Îran li hember hêzên Kurdan nekeve tevgêrê. Li ser navê êrîşên baregehên DYE, dê êrîşî Kurdan bikin. Dê bibêjin em êrîşî hevkarên DYE dikin. Her çar dewletên dagirker ji ber hebûna DYE’yê ya li Başûr û Rojava, Kurdan berpirsiyar digirin. Ûris jî di nav de. Di bin hemû operasyonên leşkerî de, yên ku di van salên dawî de pirtir profesyonel dibin, ev heye.

Li gor we General Milley çima çû Rojava?

Harûn Colemêrgî: Demek berê hevserokê KCK’ê birêz Cemil Bayık, bi awayekî balkêş, bangek kir, di çareseriya meseleya Kurdistanê de wate û mîsyoneke girîng da DYE’yê. Got “tenê DYE dikare li ser Turkî bandorê bike”. Nedibû ku Qesra Spî guh nede vê bangê. Di pêvajoyeke wiha de ku roj bi roj Şerê Cîhanê yê Sêyem nêzîk dibe, li Rojhilata Navîn, ji serokê gelekî bê dewlet û herî pir hatina bangeke wiha, pir girîng e. Milley bi Wezîrên NATO yên Parastinê re hevdîtin dikir û ji bo hevdîtina bi mutefîkê xwe yê girîng li Rojhilata Navîn, bi Îsraîlê re hevdîtinê bike, dê biçûya Îsraîlê. Loma ji bo hevdîtinekê bike, di mijara gelo dikare di navbera KCK û Turkî de çi bike, demeke guncav bû.

Heke êdî Turkî hew gotinê mutefîkê NATO be jî, DYE naxwaze ev nexşeya mezin û keda wan a nîv esrê ji bo kulmek axa Rojava Turkî here têkeve Şanghayê. Lê dema ne kulmek axa Rojava tenê be, ji bo temama axa qedîm a Kurdan be, heke bi Kurdan re peymaneke stratejîk hebe, ez wê nizanim. Li aliyekî li hemberî hêzên Ûris û Turkî  yên ku dixwazin wan ji axa Îraq û Sûrî derxin, li ber xwe didin, li aliyê din hewl didin ku her du aliyan ji bo aşîtiyek maqûl îqna bikin.

Milley di vê serdana xwe de bi HSD û rayedarên Rojava re tu hevdîtin kir?

Colemêrgî: Em bînin bîra xwe ku generalekî DYE cara yekem gotina “general” ji bo General Mezlûm Kobanî bi kar anî. Ez behs nekim ku vê gotinê çi li pêvajoyê zêde kir. Ev tiştên wiha ne ku ronakbîr di telewîzyonan de li ser biaxivin. Îro heke mirov bifikire ku di navbera General Mezlûm û rayedarên Qesra Spî yên payebilind de, protoqolek tune ji bo hevdîtinên lezgîn û kêngî lazim bibe wê gavê hevdîtin werin kirin, sivikiyekî ye. Çûna herêmekê ku hêzeke wiha lê xwediyê malê ye û hevdîtinek bi wan re neyê kirin, ji bilî bênezaketiyê, nasnekirina serweriya wan e. Heke yek ji te re bêje “hevdîtin tune” tê wateya ku dê agahî û wêne ji bo çapemeniyê neyên dayîn.

Lê heke hin kes navê xwe veşêrin û ez wekî rojnamevanekî wê agahiyê bikim nûçe, tê wateya ku ew tawanbariya ku ez bahs dikim, ber bi şirîkên herêmê ve dibim. Her wisa hin kes bi israr dixwazin pozîsyona Kurdan a nû lawaz nîşan bidin û dema vê dikin jî qaşo DYE’yê xirab dikin. Li hemberî DYE bi qasî cîhadîstekî antî-Emerîqanî diaxivin. Wekî siyasetmedarekî Îranî, DYE şîrove dikin. Lê di eslê xwe de General Mezlûm Serfermandarê HSD ye. Li serê arteşeke modern û hemdem a Hêzên Apoîst e. Şaş e mirov hêvî bike ku DYE bênezaketiyekê li hemberî wî bike. Bifikirin ku General Milley hat û bi General Mezlûm re tu hevdîtin nekir û çû. Ma dê ev gotinên min enerjî û rûmetekê bidin gelê Kurd, an  gotinên ku ji devê tu rayedaran dernakevin ên wekî “tu kes mixatab negirt, hat û çû”? Binihêrin, Kurd naxwazin di vê pêvajoyê de ku gav bi gav ber bi Şerê Cîhanê yê Sêyem ve dihere, bi tu tawanbariyên cuda re rû bi rû bimînin.

Wekî mînak bi dehan dewletên Bloqa Rojhilat hene îddîa bikin ku DYE li Rojava hevdîtin li ser midaxeleya Îranê kiriye. Her çar dewletên dagirker ji bo ku Kurdan xwediyê hemû xerabiyan nîşan bidin têra xwe bi marîfet in. Li aliyê dê KCK bangê li DYE bike, li aliyekî dê Serfermandarê DYE li Rojava peya bibe û bibêjin “ne hevdîtin nekir”. General Milley nikarîbû ev hevdîtin li Silêmanî û Hewlêrê bikira.

Ev hemû girîng in ji bo derbirîna çima hin tişt bi vî awayî pêk hatine. Lewra YNK’yiyek û PDK’yiyek jî dema behsa HSD û YPG’ê dikin, dibêjin “PKK,” her wiha rayedarekî dagirker jî. Ev pir şaş e. Sedema ku dagirker vê yekê bi hêsanî dikin, dîsa hişmendiya Kurdan a partîzanî, ziman û têgihîştina wan a hişmendiya partîzanî ye. Refleksên eşîrên berê yên parastinê bi heman awayî di partiyan de dijîn. Ji bo mirov dewletekê bi rê ve bibe divê pergaleke sazgehî û di ser partiyan re hebe. Birêz Öcalan ji ber vê yeke KCK ava kir.

Em vegerin ser pirsa we; li şûna mirov bêje çima rayedarên payebilind ên DYE çû Rojava, divê mirov bêje çawa dikarîbû biçûya. Sedema ku DYE ji berê pirtir wêrek e, ew e ku cudahiya di navbera Marksîzm û Apoîzmê de, di pêvajoya li dij-DAÎŞê de, li Rojava dîtin.

Apoîzm li dijî hemû cûreyên dîktatoriyê ye. Li dijî dîktatoriya proleterya ye jî. Li Rojava modela demokrasiya xwe diceribîne. Belê, em hemû ji kevneşopiya Marksîzmê tên. Hîna jî zimanê me hinekî otorîter e, hinekî bi destûr e, em zêde guhê xwe nadin serxwebûna qanûndanînê, birêvebirinê û daraziyê, em çapemeniyê dixin sînorên ku zêde kesî nerehet neke, hinekî ezberên ku azadiyên şexsî bi xeter dibînin li cem me hene. Ev hemû taybetmendiyên Bloqa Rojhilat in. Ma sedem ne ev e, dema ku mirov koçber dibin, berê xwe didin Bloqa Rojava, tu kes naçe Bloqa Rojhilat? Ma birêz Öcalan  timî nabêje? Lê Apoîzmê di teoriyê de ji zû de ev mehkûm kiriye û îro li Rojava modela xwe diceribîne. Ên ku fêm nakin hene, ên bêdewletiyê wekî berdewama agirkeriyê nîşan didin hene, ên tinazên xwe bi felsefeya jina azad û hesasiyeta ekolojîk dikin hene, ez bi xwe hemûyan dixwînim, ez bi baldarî hemû rexneyan dişopînim. Bi tevayî ez ne yên ku fam nakin, ên nadin famkirin berpirsiyar dibînim.

Wekî encam; General Milley çawa hat vir? Ji ber ku di pirsgirêka herî biçûk de ev mirov li DYE bi weşana zindî hesab didin senatoran. Tu kes nabêje “vî hevalî şaşiyek kir” û qanûndanînê, rêvebirinê û daraziyê binpê nakin û li wan xwedî dernakevin. Heke bikaribin werin, van rîskan dadixin asta herî kêm. Tiştê ku dîplomatek berî her tiştî bizanibe, ev e. Berê di vê mijarê de li hember TV’yê hesab dan senatoyê. Bi tundî ji wan pirsîn û gotin “li gel ku we têkiliya YPG û PKK dizanîbû, li gel ku we hevdîtinên YPG û Rejîma Esad dizanîbû, we çima bi YPG’yê re hevkarî kir, ma we nizanîbû ku dê ev yek têkiliyên bi Turkî ya endamê NATO re xira bike?” Wan jî got Turkî em mecbûr hiştin vê biryarê bigirin û tu rêyên din neman.

Heke bi rayedarên Rojava re hevdîtin kiribe, çi axivîn?

Colemêrgî: KCK bi banga xwe ya dawî, çi ji DYE hêvî dike û teklîfa maqûl a aşîtiyê, ku li Turkî kiriye, çi ye, der barê van mijaran de ye. Lê rayedarekî Qesra Spî jî dikarîbû ev bikira. Şêwirmendê herî bilind ê Serok Biden McGurk jî dikarî ev bikira. Ji xwe pirsa “ma ev der hêjayî vê rîskê ye?” ku rojnamevanan ji General Milley kirin, ji vî aliyî de pir girîng e. A rastî em nizanin Turkî ya endamê Bloqa Rojhilat e û şirîkê stratejîk ê Ûrisya di paş perdê de çi dolaban dizîvirînin û General Milley çima guh nedaye bertekan û hatiye şandin bo serlêdaneke wiha bi rîsk. Yanî bo pirsa “çima Milley” tu bersiv tune. Aşkere ye ku ev ne amadekariya şerekî ye, lê çavtirsandinek e.

Ev serîlêdan dibe ku di têkiliyên Kurd û DYE de xaleke dîrokî be?

Colemêrgî: Ji ber berdewama pêvajoya 9’ê Kewçêra 2014’an e, ne zîvirok e. Loma em dikarin bêjin ev pêvajoyeke wiha ye ku di heman îstîqametê de her bi pêş ve dihere û aşkere dibe.

Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Austin, bi daxuyaniya “Mijara pêşî Îran” çû Misrê, Urdin û Îsraîlê. Di dema nêz de tu hêvî dikî ku midaxaleyekê li Îranê bikin?

Colemêrgî: Şerên mûhtemel ên 2023’yan, yek jê dê midaxeleya Îranê be. Di 2007’an li midaxele li tesîsên nukleer ên Sûrî çêbû. Piştî 4 salan Sûrî bi şerekî navxweyî li nav hev ket. Îsal êrîşa Çînê ku li Taywanê bike, şerê Qoreya Bakur û Qoreya Başûr, ji bilî êrîşa Ûrisya ya li ser Ûqreyna, dibe li Rojhilata Ewrûpa midaxeleyî dewletek din bike. Japonya got “giravên me yên Kurîlê di bin dagirkeriya Ûris de ne”. Polonya got “axa me ya Kalînîngradê di bin dagirkeriya Ûris de ye”. Hûn dizanin Ûqreyna dibêje heta em Qirimê nestînin em nasekinin. Li Rojhilata Ewrûpa gelek amûrên leşkerî tên amadekirin. Di nav van tevliheviyan de tu kes qebûl nake ku Îran xwediyê çekên nukleerî be. Li aliyê din hin kes hene, ku ditirsin Îran wekî piştgirî Ûranyûma dewlemend bide Ûris. Heta îro tê gotin ku Şîrketek dêwîn a Ûris tesîsên nukleer ên dewletek Qafqasan kiriye. Xuya ye bi lez ûranyûma dewlemend lazim e. Halbikî sê roj berê DYE’yê agahiyek da ku “Ûris di rewşa heyî de nikare gelek çekên nukleerî biafirîne.”

Heke midaxele li Îranê were kirin, bi gelemperî dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn were kirin?

Colemêrgî: Îran li derveyî sînorên xwe pir bi hêz e. Li Yemen, Libnan, Filîstîn, Sûrî, Îraq, li her çar perçeyên Kurdistanê û Turkî rêxistinên wê hene. Li Libnanê Hîzbilaha ji Şîeyan pêk tê bi rê ve dibe, li Kurdistanê Hîzbilaha ji Suneyan pêk tê bi rê ve dibe. Dewletên bi Tifaqa Şîa Îran, Iraq, Sûrî di vê mijarê de bi hev re ne û her çar ji bo ku li Kurdistanê statuya xwe yî dagirkerî berdewam bikin, piştgiriyê ji Ûris, Çîn û Qoreya Bakur distînin. Turkî avantajên ji NATO digire, pêşkêşî van dewletan dike. Hemû cureyên transferên teknolojîk di ser van dewletan re pêk tê. Transfera pereyan jî di nav de.

Binihêrin Turkî ne afirînerê fuzeyên hîpersonîk e, lê bi peymana ku bi Emîrên Erebên Yekbûyî re kiriye, wahdan dide ku fuzeyên hîpersonîk biafirîne. Yanî dema Bloqa Rojhilat pereyan temîn dike, ên din jî teknolojiyê temîn dike. Çima? Bawer dikin ku an dê bi hev re bi ser kevin, an jî dê bi hev re têk herin. Em dibin şahid ku li Îranê êrîşên çekên kîmyewî li hemberî ciwanan tên bikaranîn. Loma hêzeke ew qas rêxistinên wê li derve heye, ne zehmet e mirov bikaribe texmîn bike ku dê çi bikin. Salek berê di meha Sermawezê de dema ku Turkî ya dagirker êrîşî Rojava kir, Îranê jî êrîş kir lê Turkî ew êrîş wergirt ser xwe. Di nav wan de hevkarî heye.

Ma Turkî-Ûris-Îran, her sê dewlet û helbet li pişt wan Çîn dê bi hev re tevbigerin?

Colemêrgî: Helbet. Em dê roketên Qoreya Bakur jî bibînin. Em ê hêza Çînê ya peykan û ya GSM’an jî bibînin, teknolojiya 5G jî. Û piştgiriya Çînê ya pereyan jî. Piştgiriya Ûris a bernameyên kompûtirê ji 20 salan berê dest pê kiriye. Tevgêrên wan ên nukleerî jî bêyî Ûris nabe. 

Binihêrin tu dewletên Bloqa Rojhilat modelek motoran neafirandiye, hemû teknolojiya motorên Sowyetê bi kar tînin. Baş e, fuzeyên supersonîk, teknolojiya nukleerê ji ku hat? Bêgûman hemû transfera Ûris in. Ev encama felsefeya hevkariya bi her awayî ye. Niha jî Pûtin bi kêfxweşî xwe amade dibîne, dibêje “êdî dema guhertina pergala cîhanê hatiye”. Me 7 sal berê taybetiyên Pûtin ên kesayetî nivîsîbû. Ew dê di Şerê Cîhanê yê Sêyem de û li Rojava çi bike, me wê demê nivîsî. Me gotibû ew mirovekî wiha ye ku Mafê Gelan ê Tayînkirina Çarenûsê red dike, ji ber vê yekê Lenîn bi îdaya dînamêt xistiye bin Sowyetê tawanbar dike û Emperyalîzma Ûris diparêze. Dema di 22’ê Rêbendana 2022’yan de ev hemû bi devê xwe got, her kes şaş ma. Pûtin serokê Bloqa Rojhilat e. Heke heta îro Çînê dest bi dagirkirina Taywanê nekiribe sedem ew e ku Pûtin dibêje “ne niha”.

Dema mirov balê dide têkiliyên Turkî-Îran û Kendavê û şerê Turkî û Îran ê wekaletê ku li Sûrî dimeşînin, gelo mirov dikare bibêje Turkî ber bi eniya dij-Îranê ve dihere, yan jî hêdî hêdî bi wî alî de dimeşe?

Colemêrgî: Turkî û Îran bi hev re endamên Bloqa Rojhilat in û Putîn serokê vê bloqê ye. Ji bilî Ûris û DYE tu hêzên super tune. Guh medin ku hin kes dibêjin Çîn Hêzeke Super e. Heta mirov hinekî bişidîne, dibe Ûris jî hêza xwe ya Super winda kiribe. Wekî mînak balafira wan a Nifşên Pêncan tune. A Çînê jî tune. Lê heke kêm be jî Ûris Hêzeke Super e û hêza tekane li beramberî wê DYE ye. Loma hêza ku qedera şerên pêşiya me diyar bike DYE ye.

Di operasyona mûhtemel a Îranê de dê bandorek çawa li Kurdan were kirin? Der barê tehdît û derfetan de demeke çawa li hêviya me ye?

Colemêrgî: Şerê Îran û Esad bi Kurdan re, ji bo wan dê bibe întîhar. Dê ewqas întîhareke mezin be ku dê gelek bêjin “heta niha şerê bi Turkî re şaşî bûye”. Ji ber ku Kurd dê piştgiriyên pir mezin wergirin, gihîştina arteşê û hêza konvansiyonel a Kuran dê wê gavê çêbibe.

Ji ber vê yekê li hemberî hêzên Apoîst bi baldar in. Veşartî şer dikin. Li Şingalê, li Qendîlê, li Rojava, li Silêmaniyê û Kirkûkê, di paş hemû êrîşan de piştgiriya Îranê heye.

Rewşa herêmê ya nû dê çi bandorê li têkiliyên Kurdan ên navxweyî bike? Demeke dirêj e ku DYE li Başûr ji bo yekîtiya hêzên pêşmerge hewl dide pirsgirêkên di navbera PDK û YNK de çareser bike, lê wiha xuya dike ku pêvajo xitimiye, evd ê çawa çareser bibe?

Colemêrgî: Her siyasetmedarekî ku hêz û qabîliyeta wî ya parastina rastiyê tunebe, derewan dike. Ji xwe sedema ku navê siyasetê wekî hunera derewan derketiye jî ev e. Gotina “yekîtî” ya Kurdan bi rastî jî ne samîmî ne. Heke demokrasî tunebe yekîtî jî çênabe û kevneşopiyeke me ya demokratîk jî tune. Demokrasî tunebe, tekanetî çêdibe. Çima dê kesên ji olên Zerdeştî, Îsewî, Mûhemedî di artêşa te de hebin lê yên Talabanî, Barzanî û Apo diparêzin tunebin? Mirov bi carekê dikeve nav hestên têkel. Nikarin tehayûl bikin. 

Em teqez îro di demên eşîrên berê de dijîn. Ji bo eşîrek xwe li hemberî eşîreke din biparêze, divê hin sîronên wê yên hişk hebûya. Vê yekê ew ber bi mitefîktiyên bê prensîb, heta li ser navê mitefîktiyê ew ber bi hevkariya bi dijmin re dehf dida. Heta cerdevanek jî xwe li hemberî Apoîstan wekî mutefîkê Turkî dibîne. Nabêje ez îxanetê bi gelê xwe re dikim. Ma baweriya “ez îxanetê dikim” tu caran moral û motîvasyonê dide kesî?

Ev yek, ji pêşveçûna dîrokî ya têgihîştina mitefîktiya ku dikeve nasnameya hevkariya bi dijmin re, tê heta îro. Partiyên xwe ji hişmendiya eşîrî rizgar nekirine jî heman tişt kirin, hevkarî bi dewleta dagirker re kirin û êrîşî partiya din kirin. Li gorî aqilê xwe mitefîkek hilbijartiye. Heke em dê arteşek ji hemû ol,  hemû mezhep û hemû fikrsên siyasî qebûl nekin, wê gavê em bi xwe bingeha hevkariyên bê prensîb datînin.

Li Başûr nîşana PDK û ya YNK li ser milê pêşmergeyan heye. Li Rojava yên daxwazeke wiha kirin  hebûn. Roja hilbijartinê here dengê xwe bide PDK, ne pirsgirêk e, lê di şer de li hemberî dagirkeran ma tu dê şer bikî? Baş e, ma dê îdeolojiyek artêşê tune be? Apoîzm ji bo vê yekê ji Marksîzmê cuda ye. Di pêkanînê de tê fêmkirin. Ji xwe Generalekî PDK’yî û YNK’yî dê sibê wekî berxikan li gel General Mezlûm, li hemberî dagirkeran şer bikin. Dema dagirker êrîş bikin tu kes nayê di mewziyan de li partiya kesî napirse. Ji bilî başbûna şervanekî, jêhatîbûna fermandarekî, çi karê kê bi ol, mezheb û roja hilbijartinê dengê xwe dide kîjan partiyê heye? Îdeolojiya me aha ev e. Îslam pir baş e, lê axeke ku ez lê pêk bînim tuneye, ez çi bikim ji Îslamê? Îdeolojiya mi pir baş e, lê axek min a azad ku li wir pêk bînim tune, çi bikim bi wê îdeolojiyê? Em ne Kurdên 1912-21’ê ne, em ne milîtanê ol yan jî îdeolojiyeke wiha ne ku em nikarin pêk bînin. Ji ber vê yekê di destpêkê de şerê ku em dikin ne şerê ol û îdeolojiyan e, şerê azadiya me hemûyan e, welatê me di bin destan de ye. Ev nayê wateya ku em bê ol yan jî bê îdeolojî ne, tenê em hesp li pişt erebeyê girênadin. Loma leşkerek dê di arteşê de perwerdeya xwe ya dîrokê wiha bibîne. Barzaniyê rehmetî ji vir anî heta vir, Talabaniyê rehmetî ji vir anî heta vir, birêz Öcalan ji vir anî heta vir, dê bi vî awayî dîrokeke me ya hevpar hebe.

Di demên berê de partî û rêxistinên siyasî bi lîstikên tevgêrên mîsyonerên dagirker şerê navxweyî kirine, şaşiyên mezin kirine, şehîd hatine dayîn lê pişt re hemû hatine mehkûmkirin û hemû şaşiyên dîrokî di dîrokê de tên destnîşankirin. Ew qas. Ya piştî êrîşên dijmin wekî berxika tên vê astê, yan jî di destpêkê de bîr dibin û bêyî tiştekî wenda bikin, tên.

Bêyî guhartina hişmendî yekîtî çênabe. Ê ku dibêje ez ji bo yekîtiyê heme, yekîtiyeke çawa xeyal dike, divê bikaribe li ser kaxizê xêz bike. Tu tila xwe bilind bikî û bêjî yekîtî, ew ne yekîtî ye, ew tekîtî ye. Tu kulma xwe nîşanî me bidî û bêjî yekîtî, ew dibe yekîtî. Di vê mijarê de DYE ne li Afxanîstanê, ne jî li Kurdistanê dikare tiştekî bike. Ji bo yekîtiyê hinekî fazîlet, hinekî tawîz, hinekî jî divê mirov parvekirina sermaya madî û manewî bizanibe, ku hêviya min heye. Ez ji vê tevgêrê re dibêjim tevgêra mirovên bi fazîlet.

Di nav me de hîna jî gelek têkilî hene ku li ser sixêfên ji partî û pêşkêşên din re tên kirin. Mehmet Drewş rojnamevanek e, bi fona ku distîne sê rojnamevan li Kurdistanê tên fonkirin. Lê li ser twîtirê ji bo mirovan fikrên xwe diyar kirine, gotiye “hemû kesên bêaqil, aqil didin HDP’ê. Tu rojnamevan î, heke nûçeyek hebe bide, çi karê te jê ye kê aqil daye partiyek ku li gorî mewzûhata qanûna deweleta dagirker a Komara Turkî? Ji xwe twîtir ji bo vê heye. Mirovên ji xwe re dibêjin ez çepgir im, çawa fam nakîn ku Kapîtalîzmê bi vê amûrê riyek hilmvedanê daye civakê?, Mirov pir pê diêşe. Yekî ji Sowyetê, ji Çînê yan jî ji Qoreya Bakur dê malperek wekî Twitter venekira. Ên ku bi vê armancê malperên înternetê vekirine, hesabên medya civakî vekirine hene. Generalê DYE hatiye Rojava, li şûna ku rojnamegerê Kurd vê yekê binivîse, twîtên ku PDK’ê kêm dixe, divinîse. Ez wekî Apoîstekî, tiştekî zêdetir ji PDK hêvî nakim. Hêza wê jî tune. Salek berê dema çapemeniyê got ku dê di 15’yê Avrêla 2022’yan de Pêşmerge êrîşî hêzên Apoîst bike, me got “derew e”, “buxtan e”. Heke PDK êrîş bikira me dê çi bersiv bida? Em bi kê bawer bûn ku li ciyekî ji herkesî re vekirî ye wiha bêjin? Min eşkere got YNK û PDK li Başûr fikreke Kurdistaneke azad û serbixwe nehiştiye, mirov ji bo kesên zikê xwe mezin dikin naxwazin şer bikin. Ji ber vê yekê ji Şingalê reviyan, ji bo şerekî moral û motîvasyona wan tune, min got ev hêz êdî li hemberî tu kesî di şer de nikare were bikaranîn.

Ji bo yekîtiyê helbet pêvajo nexitimiye. Dûr nêzîk dê êrîşên dagirkeran hemû riyan vekin. Tu kes bi tena serê xwe, li hemberî çar dagirkeran wekî partiyekê tenê, pêşkêşekî tenm û îdeolojiyekê tenê bi ser nakeve. Ev kar wekî fîlmê Kobanê çênabe. Eşkere bi tarza Cüneyt Arkın, bêyî DYE bombeyek balafiran tenê jî bavêje, mirov bêje min şer kir, min qezenc kir, nabe. Sibe dê DYE bi qeydên di destê xwe dê rêzefîlmekê çêke, wê gavê dê gelê te bi temamî ji rastiyeke din bawer bike. Bi vî awayî rêzdarî li hemberî şehîdan nabe.

Banga ku Pêşkêşê YNK Bafil Talabanî li KDP kir û got “ka werin em di navbera PKK û dewleta Tirk de ji bo çareseriyeke bi aşîtî bixebitin” hûn çawa dinirxînin?

Colemêrgî: Bi dewleta dagirker re çareseriyên bi aşîtî çênabe. Li ku çêbûye tiştekî wiha? Heke mimkun e bila li Ûqreyna bibe. Ya dagirker erdê te dide te û derdikeve, yan jî tu di erda xwe dibuhirî. Riyeke din tune. Te dît ku tu tê îmhakirin, ji bo ku tu bijî tu dikarî vê yekê bikî. Operasyonên ku MÎT li Silêmaniyê dike, YNK hîn nikare bisekinîne. Heke bi vî awayî yekîtiyek çêbibe, derbên ku tên ne YNK, ne jî PDK dikare xwe li hemberî wan bigire. Bi gotina ka em yekîtiyê ava bikin, ev yek çênabe. Wekî Konseya Ewleyiyê  ya NY, YNK; PDK û PYD wekî şeş heb hevserokan û yekdengî hûn amade ne biryaran wergirin? Modelek te heye ku tu dawî li pêşbirka delegeyan bînî û refleksên her partî xwe ji helandina li hemberî partiya din rizgar bike? Hinekî dilê min bibijînê, tu çi pêşkêşî min dikî?

Li gel ku ji ber sedema erdhejê “bêtevgeriya” ku KCK ragihandiye, êrîşên li ser Rojava û Başûr berdewam dikin. Tu çi dibêjî di vê mijarê de?

Colemêrgî: Dema lingên dagirkeran şemitî, ew luksa wan divê tune be agirbestê ji Kurdan bixwazin. Divê hinekî texilandinê bizanibin. Ji xwe dagirker îsal amadekariyên êrîşek hîn mezintir dikin. Heke sedemên konjonkturî nebin sedema taxîrkirinê, dê êrîşan hîn girantir bikin. Ji bo vê yeke têra xwe bingeh hat amadekirin. Ev tevgêra leşkeri plana Iraq û Îranê ya bi şirîkayî ye. Çawa ku bi peymana Cezayîrê ji erden dewlemend ên Basrayê dan Îranê, vê carê ji bo petrol û gazê herêmê pêşkêşî Turkî dikin. Pelge di 201-13’yan de hatine îmzekirin. Ji wê deme vir ve ev pelge di înternetê de diğerin. PKD kî ye ku di vî karî de rolê wê hebe? YNK kî ye? Pişt re plan dikin ku herêmên petrole yên di deste Başûr de bistînin. Dê federasyonê jî ji holê rakin. Pûtin di pergala nû ya cîhanê de ji bo Sûrî, Îran, Îraq û Turkî federasyonê wekî xwekujî dibine.

Bellî ye ku hêza PDK û YNK tune li hemberî vê yeke derkevin, motivasyona wan jî tune. Bêyî ku yekîtiyek hebe, serkeftinê ji vê yekîtiyê re neke mal, PKD û YNK beşdarî berxwedaneke wiha nabin ku tene ji Apoîstan re bibe mal û bişaftina wan jî bi xwe re bîne. Lê dijayetiya wê jî nakin. Dema ku DYE ev qasî girîngiyê bide Kurdistanê û partiyeke din a Kurd şirîkatiyê bi Bloqa Rojhilat re bike û mirov bifikire ku dê DYE jî li vê yeke temaşe bike, apolitikî ye.

Di siyaseta Turkî ya hindirîn de bi wergerandina Maseya Şeşan ku Meral Akşener wergerand, hevsengî hatin guhartin. Divê em di dema nû de çi hêvî bikin?

Colemêrgî: Meral Akşener endamê Ötükenê ye. Wekî Mehmet Ağar. Mehmet Ağar jî di sala 2007’an de got  ew dê bi ANAPê re here hilbijartinê, ew hêwirand û di nîvê rê de hişt. Dema serokê Ötükenê Devlet Bahçeli be, ku wan NATO bi gotinên ETÖ û FETÖ, bi du derban hilweşandibin, nabe mirov hêvî bike ku ew dê destûrê bidin hilbijartinek bi rêk û pêk. HÇT (Hêzên Turkî yên Çekdarî) di qontrola Ötükenê de ye. Ev kesên wiha ne ku di 2006’an de di ser Mehmet Metiner û Altan Tan re ji Qendîlê daxwaza agirbestê kirin. Ji bo ku Kemalîstan tasfiye bikin, diviyabû deste wan serbest be. Hûn têkiliya Mehmet Metiner û Meral Akşener dibinin? Ma KCK van nizane? Îstîxbarata di deste KCK de, li Rojhilata Navîn di deste tu dewletan de tune. Lewra temama gel, hemû tiştên ku dibihîzin, radigihînin wan. Lê heke rast hatiba nirxandin, dê pêvajoya 1999-2016’yan cuda bimeşiya.

Çar sal berê me nivîsî ku Meral Akşener mîsyonera Erdoxan e. Me nivîsî ku di tûra yekem a vê hilbijartinê de dê Meral Akşener enerjiya gel a %75 bimije û heta bikaribe gelek wekîl derxe û di tûra duyem de dengê xwe bide Erdoxan, Erdoxan hilbijêre û pişt re têkeve dewsa MHP’ê. Lê niha Akşener çawa ev şaşî kir û ji ser maseyê rabû ez fam nakim. Belkî jî sedema bêdengiya Erdoxan nepejirandina vê şaşiyê ye.

Me rolê Akşener ê di navbera MHP û AKP’yê de, di sala 2020’an de nivîsî. Divê ev rast were fêmkirin. Ötüken yekîtiyek îdeolojîk e. Bi navê tûranîst û îdealî (Turanist ve ülkücü) tên naskirin. Dema Kemalîst desthilatdarên dewletê bûn, bi berdana simbêlan, bi kirina nimêjê û bi axaftina devoka Anadola Navîn xwe di her qadên dewleta dagirker de belî dikirin. Teqez wekî Guleniyan di asta qadrobûnê de bûn. Bi piştgiriya motîvasyonên îdeolojîk ên wekî Polîsên Tekoşîna Dijî Terorê, Polîsên Tevgêra Taybet, herêmên şer xistin destên xwe. Îşkencevan her tim ji wan bûn. Navbir didan îşkenceyê û nimêj dikirin. Senteza Turk û Îslamî. Berdewamiya çanda Osmanî.

Wekî îdeolojîk neteweperestiyê wekî îxanetê dibînin. Bi Kemalîzmê re dijminayiya wan a îdeolojîk heye. Loma bi pêşkêşiya Erdoxan Kemalîst tasfiye kirin. ETÖ îlan kirin û general avêtin zîndanan. Di wê demê de ji qadroyên Gulenî ku di daraziyê de serdest bûn, piştgirî wergirtin. Di 2016’yan de bi piştgiriya Ûris, bi behaneya ku Kemalîst jî Gulenî ne qandroyên Kemalîstan ên di HÇT (TSK) de jî tasfiye kirin. Ango derbeya 15’yê Tîrmeha 2016’yan, derbeyeke rastîn bû, ne senaryo bû, bi temamî bi ser ket. Artêşa NATO ji aliyê Bloqa Rojhilat ve hat teslîmgirtin. Êdî emdamtiya NATO li ser kaxizê  ye. NATO ji bo ku perçe nebe,  wekî NATO beşdarî şerê Ûqreyna nebû, dê wekî NATO nekeve şerên din jî. Ango parastina endamtiya Swêd û Fînlandiya hewce nake, ji xwe diyar e ku Turkî wan napejirîne.

Gelo Akşener dikare bibe serokê nû yê Ötükenê? Bê ku girseya Ötükenê bi partiyên din bide xwarin kişand cem xwe, bi ser ket. Piştî hilbijartinê dê li serkeftinên xwe binihêrin. Heke bi ser bikevin, Bahçelî tasfiye bikin û Akşener bînin dewsa wî, ev dê derbeya Erdoxan a sêyem be.

Hilbijartin,, an hilbijartin dê werin taxîrkirin, an jî dê Erdoxan bê midaxele neçe. Lê heke hilbijartin pêk were, îhtîmala ku Erdoxan bi ser bikeve nema. Temama dengên AKP-MHP daketiye %29’an. Du mehên din dê hîn xîrabtir bibe. Lê narin, dê wê demê ji bo midaxeleyê bingeha lazim çêbûbe. Ûris û Îran li pişt wan be, ev midaxele qet bêxwîn nabe. Erdoxan û Bahçeli ji bo ku çend deng winda kirine li balafirê siwar nabin û narevin, dê li gel mitefîkên xwe heta mirinê têbikoşin.

HDP dê çi bike ew dê bi xwe biryar bide. Hêvîdar im qabîliyeteke wî ya wiha hebe. HDP ne partiyeke Apoîst e, ne partiyeke Kurd e jî. Lê di hundirê wê de Apoîst, Marksîst, rastgir û yên din hene. Di encamê de HDP partiyeke wiha ye ku destûra xwe binpê kiriye û kesek cara sêyem Hevserok hilbijartiye. Partiyeke wiha ye ku pêşî qabîliyeta guhartina destûra xwe jî nîşan nedaye. Heta niha nediyarkirina namzetê xwe yê Serokwezîriyê, şaşiyeke stratejîk e. Ne teqtîq e. Dikarîbû xwe derxista derveyî nîqaşan û bikira ku rewş zelal bibe. Muheqeq yek van xetayan dide kirin. Mekanîzmaya parastinê jî li hemberî midaxeleyên wiha nehatiye afirandin.

HDP bi vê helwestê li hemberî CHP û partiyên ku îhtîmal heye bibin desthilatdar, gelek wekîlan winda dikin. Divê HDP hesabê bîst salan di tûra yekê de hem  ji AKP û hem jî ji CHP bipirse. Heke DBP û partiyên Kurd ên din, hêza bayê HDP bi kar nînin û gelê Kurd nekşînin sekina herî Kurdewar, dê wekîlan wenda bikin. Wê gavê di tûra duyem de tu wateya xurtbûna destê wan namîne. Dê xwe bi xwe vala hiştibin. Divê DBP û HDP hemû serokên partiyên din ên Kurdan di vê hilbijartinê de bidin hilbijartin. Dê ev ji bo yekîtiya netewî bibin gavên biçûk.

Divê HDP hişyariya ku birêz Öcalan ji bo hilbijartinên herêmî yên Stenbolê kir, ji bîra neke û daxuyaniyên ku wekî ew alîgir in nedin. Ji bo gotinên kesên ku daxuyaniyên wiha didin, bêbingeh û takekesî bimînin, divê di asta herî jor de zelal bin. Tenê tiştê bibe asteng ku AKP û Ötüken deng winda bikin, dibe ku helwesta Kurdan a erênî der barê CHP de be.

Birêz Öcalan ji Trump re digot “ma tu nabînî ku Erdoxan ê çûnê ye?” Erdoxan dê here, lê ya girîng ew e dê çawa here. Teqez e ku dê ne bi hilbijartinê be. Êdî ji %75’ê gel dibîne ku Erdoxan dê here. Hetta PDK’’yiyên Bakur jî derbasî CHP’yê bûne. Desthilatdarî şîrîn e. Heke HDP zimanekî ku CHP û AKP di van bîst salên dawî de bi qasî hev berpirsiyar in, bi kar nîne, dê temama bajarên Kurdistanê wekîlekî bide windakirin û bide CHP’yê. Divê di tûra yekê de bi bikaranîna zimanekî ku serê CHP û AKP’yê bişkîne, ji %16-18’yan bistîne û di tûra duyem de ji hilbijêrên xwe re bibêje “tu rewşa me ya ku em deng bidin Erdoxan tune, lê sozên pêşerojê ku CHP jî bide me tune, baweriya me bi tu kesî nayê, em hilbijartinê ji we re dihêlin” û xwe bidin alî. Di vê reşwê de bi tu awayî îradeya Kurdan ji ber şaşiyên ku CHP sibe bike, nikare berpirsiyar were girtin. Îro heke Ekrem Îmamoglu derketa û piştgiriya Akşenerê bikira, ma tu kesî dê bikarîbûya bigota we li Stenbolê ji bo Îmamoglu bang li gel kir? Na! Lewra HDP nebû alîgir. Hindik mabû bibûya alîgir, lê rê li ber hat girtin.

Di vê konjonkturê de gelo dibe ku li Îmralî bazareke nû têkeve rojevê?

Colemêrgî: Bi ya min Birêz Öcalan di vê hevsengiyê de tu kesî li Îmraliyê qebûl nake.

Do Tifaqa Gel (Millet İttifakı) serokê CHP’yê Kemal Kiliçdaroglu wekî namzetê Serokkomariyê ragihand. Seroka IYIPê Meral Akşener qrîz derxistibû, pişt re vegeriya û namzetiya Kiliçdaroglu pejirand. Hûn ji bo namzetiya Kiliçdaroglu çi dibêjin?

Colemêrgî: Ez li tevgêra Akşener a zû şaş mabûm. Ez li bêdengiya Erdoxan jî şaş mabûm. Belkî jê re got “te şaş kir, bêyî tu bi enerjiya mixalefetê têra xwe wekîlan bi dest bixî û tu min wekî Serokwezîr hilbijêrî, tê çawa bî kêrî min bêyî? Tu min bidî hilbijartin jî vala ye”. Wateya MHP û IYIP’ê di parlementoyê de bi hejmara wekîlên kêm, heman tişt e. Ji bo Akşener bi hemû awayan xirab ket. Niha bi fikra “bi HDP’yê de hevdîtinan neke” israr bike, ji bo ku tirsa muxalefetê şikest, bêyî ku bifikirin dê red bikin.

Lê bala xwe bidinê, salek berê Mukteda es Sadr xwepêşandanên dijî-Îranê da destpêkirin, dema li Bexdê parlementê dagir kirin û PDK jî di wê bloqê de cîh digirt, min nîvê şevê bi gotarekê, jiyana Sadr a dibistanê, ya ciwanî û siyasetê, her wiha kesayetiya wî nivîsî û min pêşniyaz kir ku teqez divê PDK xwe navêje rîskê û riya sêyem hilbijêre. Wê rojê ofîsa  PDK’yê ya Bexdê hat şewitandin. Sadr bêyî ku tu zerarê bibîne, hêzên xwe bi şûn de kişand.

Derketina Erdoxan yekser dema ku Akşener bi şûn de vegeriya, berî li benda 10’ê Adarê bisekine bi çar rojan, zelalkirina biryara hilbijartinê, hin tiştan ji me re vedibêje. Mixalefet ditirse dî parlamentoyê de piraniya kursîyan nestîne, lê bawer dike ku ew dê nehêlin Erdoxan were hilbijartin. Yanî xuya ye difikirin ku dê wekîlên IYIPê dûr nêzîk herin cem Erdoxan. Bi ya min di ferqiya lîstikê de ne. Lihevkirina bêdeng a di navbera MHP û IYIPê de her tiştî diyar dike. Heke Ötükenê desthilatdarî di xeterê de bidîta, dê wiha ne sakîn bûna. Heta berî erdhejê bi çend rojan ji bo ku hinekî mixalefet kirin zilamê xwe kuştin û xwedîlêderketin jî asteng kirin.

Ji ber vê yekê ez tiştekî pêşniyaz nakim, ku şeva hilbijartinê bûyer derkevin, herî hêsan dê HDP bibe hedef. Maça Bursaspor-Amedspor bûyerên Qamişlo yên 12’ê Adara 2004’an nîne bîra we jî? Heman tişt e. Me fêm kir ku mamûrê dagirkeran Wezîrê Karê Derve du kes ji kar bi dûr xist û ji yên mayî re got “eferim,” lê heman tişt li Amedê pêk hatibûya, dê bi hezaran kes têketina bin çavan, heta dê bigirtına ser Komeleya Çûkên Serzer jî. Ev nîşan dide ku divê em şeva hilbijartinê tevdîrên çawa bigirin. Li Rojava SADAT û hêzên dagirker ên paramîlîter, li Bakur Hîzbilaha Kurd û hêzên paramîlîter dê derkevin sikakan. Qet hewce nake em Kurdekî tenê jî têxin rîskê ji bo ku kî dê were ser dewleta dagirker. Divê em hinekî fêrî temaşekirinê jî bibin. Ya na dîsa em ê mecbûr bibin çûna Sadr û şewitandina ofîsa PDK’yê bi bîr bînin. Erdoxan bi midaxeleya leşkerî NATO qewirand, bêyî midaxeleya leşkerî ya NATO venagere. Encax hilbijartin ji aliyê muxalefetê ve were qezenkirin, mekanîka darbeyê têkeve dewrê. Divê her kes baldar be.

Herî dawî hûn dixwazin çi bêjin?

Colemêrgî: Heke ji min were pirsîn ku em sîstemeke çawa ya parastina hewayî wekî hîbe bistînin dê baş dibe, ez dê bêjim di destpêkê de divê em çapemeniya Kurd bi dest bixin û ciwanan bînin serî. Divê tevgera Azadiyê bibîne ku tu tiştekî bi navê çapeniyê nemaye. Dema her tim ji heman mirovan heman tişt were pirsîn, êdî hiş di serê mirovan de namîne. Di dilqekî de herin li her çar perçeyên Kurdistanê bigerin, herin bajarekî ji rêzê û bibînin hela bê Kurd li kîjan qenala Kurdî temaşe dikin?

Ma kesekî di ferqiya vê de tune? Ma şoreşger ji kengî ve bi reforman ketine hewldana çareseriyê? Spas dikim…

/ Wergera ji Tirkî: Dildarê Welêt /

İlginizi çekebilir