Ciwanê Kurd Cemîl Karahan bû şampiyonê judoyê yê cîhanê

 Ciwanê Kurd Cemîl Karahan li Abu Dabiyê di kategoriya xwe de bû şampiyonê judoyê yê cîhanê. Wî ciwanê Kurd heta niha gelek xelat wergirtine.

Li Abu Dabiya paytexta Îmaratê şampiyonaya werzişa JIU-JITSU (Judoya Brazîlî) birêve çû û ciwanê Kurd ê bi navê Cemîl Karahan serkeftineke dîrokî tomar kir.

Cemîl Karahan di çarçova wê şampiyonaya Judoyê de, di kategoriya xwe ya 94 kîlo de bû şampiyonê cîhanê û Xelata Zêr wergirt.

Ciwanê Kurd Cemîl Karahan ku bi piştgiriya xêrxwazan xebatên xwe yên werzişê berdewam dike, li Swêd, tevahiya Ewropa û cîhanê hejmareke zêde ya xelatên navdewletî wergirtine.

Herwiha Cemîl Karahan ku di hemû pêşbirkên xwe de bi ala Kurdistane derdikeve, alîkariya ciwanan jî dike ku di vê beşa werzişê de pêş bikevin.

Cemîl Karahan

Cemîl Karahan ji Dêrika Çiyayê Mazîyê ya Bakurê Kurdistanê ye. Sala 1991an jidayîk bûye û sala 1998an li gel malbata xwe wek penaberên siyasî koçberî Swêdê bûye.

Karahan li gel perwerdeya xwe, sala 2012an dest bi werzişa `JIU-JITSU (Judoya Brazîlî)` kir û sala 2017an bo tîma niştimanî ya Swêdê hat hilbijartin.

Ciwanê Kurd heta niha bi piştgiriya xêrxwazên Swêdî, Îngilîzî û Belçîkî karên xwe werzişê dimeşîne û li gel werzişa xwe alîkariya ciwanan dike ku ew jî di vê beşa werzişê de serbikevin.

Cemîl Karahan ji sala 2018 û heta niha alîkariya 30 xortan kiriye û fînansmana wan kiriye ku di vî warî de bawername bistînin. Ev derdora milyon û nîv kronê Swêdî dike ku xêrxwazekî Swêdî sponsoriya wan kir û ciwanê Kurd jî bû pirek di navbera wan de.

Ciwanê Kurd Cemîl Karahan heta niha ev xelat wergirtine:

Şapiyoniya Swêdê

2016 – Xelata Zêr – 88 kg

2017 – Xelata Zêr – 94 kg

2019 – Xelata Zêr – 100 kg

Şamiyoniya Ewropayê

2017 – Xelata Zêr – 88 kg

2018 – Xelata Zêr – 94 kg

2018 – Xelata Zêr –

Şampiyoniya Cîhanê

2020 – Brons – 94 kg

2021 – Xelata Zêr – 94 kg

Cemîl Karahan jibilî van xelatan, li Swêdê sala 2018an `Xelata Kesayetê Nimûne` ya salê wergirt û sala 2019an jî hêjayî Xelata Gel hat dîtin.

/rudaw/

İlginizi çekebilir