Amerîka û Rûsya bo berdana Britnney Griner danûstandinê dikin

Amerîka û Rûsya bo serbestkirina stêrka basketbolê Britnney Griner û leşkerê berê yê hêzên deryayî, Paul Whelan danûstandinên taybet dikin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku karbidestên Amerîkî bo berdana Griner û Whelan teklîfeke cidî kirine, lê heta niha jî ji wan re bersîveke erênî nehatiye.

Benzer haberler

Griner jiber karaîna madeya hişbir li Rûsya bi cezayê 9 sal girtîgeh re rûbirû maye.

Karbidestên Rûs li hember berdana Griner bo berdana qaçaxcîyê çekan yê Rûs Viktor Bout danûstandinê dikin, lê jiber gurbûna girjîya nav Amerîka û Rûsya heta niha ti lihevkirin çênebûye.

/VOA- Kurdi/

İlginizi çekebilir