A.Çadırcı: Hunera Xwezaperest a Sêyemîn

Civakeke ku hunermendên xwe neparêze, mehkûm e ku bibe komeke kujer!

-Çend gotinên wek ceribînê an jî çend risteyên wek sernav li ser huner û wêjeyê-

Nêrîneke dîrokî

Berî şaristaniya merkezî ya li ser esasê desthilatiyê, şaristaniya demokratîk a mirov li Mezopotamyaya Jorîn a cografyaya Kurdistanê derket holê û pêş ket. Bi vê şaristaniya li ser hîmê çandiniyê û sîstema gund avabûyî re, çand û huner jî wek pêkhateya wê, gav bi gav li vir bi dem û dezgeh bûn û pêş ketin. Çimkî tê zanîn ku huner bi xwe bi qasî mirov kevn e. Bi çalakiya hilberanê ya ewil re, li ser esasê pevrebûna fonksiyonî û bedewê, huner jî pêk hatiye/her berdewam kiriye. Li ser axa Kurdistanê bi nêçîrvaniyê û hilberana çandinî re resm, helbest, muzîk, cureyên destanan û hwd. jî pêş ketine.

Lê mixabin, tevî ku Kurdistan yek ji navendên destpêka mirovatiyê ye û cihê ewil ê bisazîbûna hunerê ye jî, huner li cografyaya Kurdistanê û di nava kurdan de piştî demekê piranî ji ber faktorên derveyî nekariye pêş bikeve û her ku çûye bi paş ketiye. Desthilatdariyên merkezî yên ku di encama tundî û şideta çi navxweyî çi derveyî de li Kurdistanê hatine ser hukm, bi zext û rûxandinên xwe yên siyasî û leşkerî bûne sedema bipaşketin û têkçûneke civakî ya giştî.

Û hunerê jî nesîbê xwe ji vê yekê girtiye. Ji ber vê yekê jî, hunera têkildarî jiyana demokratîk/pêkhateyan-gelan zêde derfeta pêşketinê bi dest nexistiye. Li gel vê, desthilatdariya merkezî, çand-hunera ku di nav xwe de pêk aniye li her derê belav kiriye, ev yek li Kurdistanê jî berbelav bûye.

Li axa Kurdistanê, mirov dikare bibêje ku vê hunera têkildarî jiyana/civaka demokratîk a ku serdemeke dirêj a dîrokî di xewê de bûye, bi rabûna Tevgera Azadiya Kurd re, di şert û mercên roja me de ji nû ve dest bi geşbûnê kiriye.

Nexwe, niha li cografyaya welatê me, heke ev huner di şert û mercên guncan de were geşkirin, her ku biçe dibe ku berbelav bibe.

A girîng ew e ku ev huner di mercên îroyîn de, li ser xeta ‘hunera xwezaperest a sêyemîn’ were geşkirin.

Zemîna Pêşveçûnê ya ‘Hunera xwezaperest a sêyemîn’ li Kurdistanê

Ji bo pêşveçûna huner-wêjeyekê ya li ser vî esasî, li welatê me zemîneke girîng heye.

Lewre:

A yekem, li Kurdistanê, têkoşîneke demokratîk a xurt heye ku rêya pêwîst li ber vê hunerê vedike, unsûra pêdiviyê pêk tîne, hêmana ku em dikarin bibêjin jêrxane raber dike. Ev têkoşîn di nav gel de xwe dispêre bi milyonan kesan/pêkhateyên demokrasiyê û pêş dikeve.

A duyem, mîrateyeke hunera dîrokî heye ku dikare xwe bispêre wê. Ev mîrate li ser sê biwaran kom bûye:

Pêşî, wek ku me li jor jî da zanîn, mîrateyeke wiha li Kurdistanê daneheveke girîng di pêvajoyeke dûvdirêj de pêk aniye ku ev pêvajo berî şaristaniya merkezî ya pal daye tundiyê dest pê dike û heta roja me tê. Li Kurdistanê tevî ku ji ber egerên melûm gelek hêmanên civakî felişîne, çand-hunerê bi giştî kariye xwe biparêze. Û di parastina nasname û hebûna neteweyî ya heta îro de, van nirxên çandî-folklorîk ku xwe spartine gel, dans û stranên gelêrî yên kurdan, kilam-destanan, çîrok-çîrvanokên devkî, pêkenokan, lîstikên şanoyî, herwiha berhemên nivîskî yên cure bi cure û hwd. rola sereke lîstiye, hem jî ji bo ‘hunera xwezaperest a sêyemîn’ mîrateya dîrokî daye hev.

A din, ew danehevên çand û hunerê yên gelên tirk, ereb û fars in ku em bi wan gelan re di nav hev de dijîn. Mirov dikare bibêje ku bi taybetî stran û newayên gelêrî, lîstik, terzên xwe-îfadekirinê yên hozanên gel, berhemên nivîskî û berhemên din ên çand û wêjeyê yên li ser xeta civaka demokratîk ên van gelan, parçeyê duyem ê mîrateya me pêk tînin.

Wek gotina dawî, ji çalakiyên hunerî yên jiyana mirovahiyê ya berî civaka desthilatparêz heta stranên gelêrî yên serdema kolewar, em ji resamê şoreşger ê Holandaya sedsala 17emîn, Rembrandt bigirin heta hunera şoreşger a Meksîkayê û heta Picasso, Lorca, Nerudayan û di dirêjahiya tevahiya pêvajoyeke dîrokî de pêkhateyên demokratîk -bi karaktera xwe ya gel-çi objektîf çi subjektîf- û damara huner/wêjeya ku di xizmeta jiyana xwezaya sêyemîn de pêş ketiye jî dikarin wek stûna sêyemîn werin qebûlkirin.

Herwiha, çendî ku li ser esasê xizmetkariya bo komên serdest û şaristaniya merkezî ya li ser tundiyê avabûyî be an di wê karakterê de be jî, gelek berhem û hêmanên hunerê-wêjeyê yên ku di pêvajoya dîrokê de bi gurayiyeke mezin pêş ketine jî ji bo ‘hunera xwezaperest a sêyemîn‘ mîrateyeke girîng in, divê wisa werin qebûlkirin.

Lewre çendî ku vê hunerê û hunermendê vê hunerê, bi armanca xizmeta çîna serdest tevgeriyabe û ew karakter di xwe de hewandibe jî, ji ber egera realîteya ‘gerdûnî û humanîst’bûna hunerê ya ku rehendeke wê ya bingeh e, gelek berhem û hêmanên di vê xusûsiyetê de di heman demê de dibin mîrateya me.

Hewldanên Huner û Wêjeyê yên ku bi Têkoşînê re Pêş Ketine

Li Kurdistanê bi geşbûna Tevgera Azadiyê re, di şert û mercên nû yên bi vê geşbûnê re têkildar de, hewldaneke hunerê-wêjeyê gav bi gav pêş ket. Ev bêtir di qada muzîk û wêjeyê de derket holê.

Hê ne di asteke pir pêş de ye. Û di rastiyê de ji hêla niyet û esas ve taybetmendiya ‘hunera xwezaperest a sêyemîn‘ dihewîne. Lê bi piranî bi destpelkê bi rê ve diçe. Û çi ji hêla armanc û rola ku pêwîst e bilîze, çi jî ji hêla teknîk û uslûbê ve nasnameya xwe bi dest nexistiye û hewl dide di bin bandora rêbazên hunerî yên cuda de gav biavêje.

Tevgera Azadiyê ya çavkaniya îlhamê ya vê hunerê, ji ber ku di bandora Marksîzm-Lenînîzm/sosyalîzma zanistî de ye, ew jî bi her du muştaqên xwe ve -realîzma rexneyî û realîzma civakparêz- bêtir di bin bandora realîzmê de ma. Û her çendî ku wek niyet bêtir di bin bandora ya duyem de be jî, di teknîk-uslûbê de bandorên realîzma ewil bi aşkerayî xuya dibin. Kiryar bi xwe tê dayîn. Analîza civakî û pêşkêşkirina hunerî ya tiştê nû ne kafî ye. An jî hewldana vê yekê pir tune ye.

Dijberiya realîzma civakparêz bo civaka kolonyalîst-burjûva û feodal berbiçav e. A rastî, bandoreke berbiçav a modernîzma burjûva tê dîtin.

Li gorî faraseteke rasterast û çors a wek ‘huner bo civakê ye‘, li şûna gera di razberê de, berêxwedaneke berev girseyan heye wek pirsgirêka bingehîn ku ji rewşa civakî, ji şênberê hereket dike û bi rengekî dişibe ekspresyonîzmê. Ev ew qas zêde û rasterast bûye ku gelek caran li ser navê hunerê, mirov ji qada hunerê şemitîne biwara propaganda-ajîtasyonê.

Hunera kurd a klasîk -bêtir jî di muzîk û wêjeyê de- (-divê ecêb neyê- wek ku me diyar kir, hunera nû ya ku bêtir di van her du biwaran de pêş ket -nemaze di muzîkê de- gelek caran hunera kurd a klasîk teqlîd kir, pê re di nav hev de bû) ji ber xusûsiyetên tîpîk ên klasîzmê, alûdetiya xwe ya li gel kevneşop û otorîteyê domand, huner-wêjeya nû jî bi taybetî berê xwe da otorîteya kolonyalîst û feodal û bi giranî jî da ser kevneşopê.

 

Lê belê -wek ku me got- ji ber ku ev yek dûrî analîzeke civakî ya pêwîst û/an di rengê serhildaneke romantîkane an jî propaganda-ajîtasyonê de pêş ket, negihaşt asta rexnegiriya civakî ya Tevgera Azadiyê. Heta mirov dikare bibêje li pey wê, li ber pêlan çû. Halbûkî li cihên wek Ewropa-Rûsyayê tevgera siyasî/şoreşger a ku ev rexne berî huner-wêjeyê kiriye, ji vê riya hatî vekirin têra xwe sûd wergirtibû.

Li Kurdistanê jî pêkan e di vê riyê de bi pêş ve biçe ku têkoşîna siyasî jê re vekiriye. Lê gava ku vê bike -bila gotin lê giran neyê- îhtimal e ku bi awayekî dûrî berhemdana pêwîst, Tevgera Azadiyê bi teqlîdeke çors û erzan bişopîne û di bin sîbera wê de jiyaneke tiral biborîne.

Em dikarin bibêjin ji ber ku vê hunerê xwe bi xurtî ava nekir an di bin bandora klasîzma kurd de ma an jî bi uslûbên têkoşîna siyasî re bû canecan.

Divê ev hewldan nasnameya xwe ya “xwezaperesta sêyem” peyda bike

Aşkera ye ku di vê nuqteyê de, êdî bi vî awayî nikare were meşandin. Û jênerevîn e ku ev hewldanên huner-wêjeyê nasnameya xwe peyda bikin.

Çima?

Êdî serdemeke taqiyê pêk hatiye. Û dikare xwe bispêre vê rastiya ‘taqî’yê û êdî dikare li ser axa xwe ya esas ango li ser paradîgmaya xwezaya sêyemîn berz bibe.

Li şûna vê, heke israra ‘pêşveçûn’a di kulvara xwe ya diyar de bike, dibe ku roleke berovajiyê vê yekê bilîze. Ango dê bi paş ve bikişe. Çimkî li Kurdistanê perisana civakî li gorî paradîgmaya nû pêk tê. Û heke huner jî dê bersiva serdema civakî ya mewcûd bide, berî her tiştî divê ew bi xwe têra xwe biçe ser kurm û kirasê vê.

Heke nikaribe vê yekê pêk bîne, ji aliyekî ve, dê bikeve bin bandora klasîzma kurd a ku li ber serê wê, tê xwestin ku di şert û mercên nû de bi pêş ve biçe û esasen berê xwe dide kevneşopê, hiyerarşî-otorîteyê û neteweperweriyê û temsîla xwe, ji dîrokê û vir ve, di kesayetên cuda de dibîne ku Ehmedê Xanî û Mehmed Uzunan jî digire nava xwe û ji aliyê din ve jî, dê bikeve bin bandora şêweyên nû yên modernîzma burjûva û an dê nikaribe li pê bimîne û bişibe wan, bikeve kirasê wan an jî dê ji vê zewacê ‘ecêb’ derkeve holê. Halbûkî bo nimûne, klasîzma kurd serdema xwe esasen jiyaye êdî.

Li vir hewce nake mirov diyar bike ku di wateya etnîkî-çandî de bi nirxên çandî yên din re roleke girîng lîstiye. Çendî ku ji ber nebûna dewlet û zimanekî organîzebûyî an jî sîstemeke civakî nekariye zêde pêş bikeve jî, ji ber xusûsiyeta vê rêbazê xwe daye ser ramana damezirandina otorîteya dewletê di pêşxistina neteweperweriyê de û bûye xwedî roleke berbiçav. Lê belê di vê qonaxa civakî ya heyî de, dê wek mîrateyeke dewrkirî were qebûlkirin ji bo hunera nû ya ku dê pêş bikeve/divê pêş bikeve.

Belam ji ber ku hunera nû nikare pêş bikeve, tevî bandora aliyên siyasî yên feodal-neteweperwer ên kurd ve, tên xwestin ku klasîzma kurd jî di şert û mercên nû de di bin hukmê burjûvaya modernîst de were zindîkirin. Û çi heyf ku ev klasîzma di mercên nû de, ji hêla hin alî û saziyên ku bi rola temsîliyeta rast a Tevgera Azadiyê û bilindkirina nirxên li Kurdistanê rabûne ve jî carinan wek nimûneya esas û yekane tê nîşandan.

 

Nexwe, mirov dikare bibêje pirsgirêka sereke ya huner-wêjeya nû ya ku pêwîst e pêş bikeve ew e ku ji van xusûsan derbas bibe.

Referansa Hunera Xwezaperest a Sêyemîn  

Hunera xwezaperest a sêyemîn wek referansê pevretiya ahengdar a zekaya analîtîk û hestî esas digire. Pozîtîvîzm û taqîkeriyê û xwe-spartina bes aqil û ramana mentiqî red dike. Baweriya xwe bi pevretiya hest û ramanê tîne. Vê konsepta afirîner esas digire. Û ev pevretî digihîje merhaleya herî jor û dehaya afirîner a hunermend pêk tîne. Di vê çarçoveyê de jî, berovajiyê materyalîzma qeba, bi çavê hunermend dîtina ji madeyê wêdetir esas digire. Vê jî bi hêza pêjnê dike.

Agahiya objektîf û pêpelokên ramanê bi kar tîne, lê ji van jî derbas dibe û esasen bi riya pêjnê ji yê tê zanîn, ji yê tê dîtin, ji yê dixelitîne, ji yê edetî wêdetir diçe û xwe digihîne/armanc dike ku xwe bigihîne yê nû, yê nayê zanîn û heqîqetê. Di vê mijarê de jî çavê ruhî yê hunermend li ba çavê wî yê fîzyolojîk rênîşanderê wî yê esas e. Çavê manewî, berê wî dide yê pişt an yê piştî rasteqîniya demborî an xelitîner a berçav a madeya qeba.

Nêrîna Wê ya Cîhanî û Nêzîkayiya Wê ya Mirovan

Ev huner ji ‘xwezaya sêyemîn’ bawer dike û ji eniya xwe ve alîkariya damezirandina wê dike.

Feraseta nirx û bedewiyê ya civaka demokratîk esas digire. Ne tenê ‘ez’ û ferdparêziyê, lê hevsengiya takekes-civakê û civak-xwezayê jî dide ber çavan û di berhemên xwe de vê nîşan dide. Mafê jiyanê yê alema zindî diparêze. Helwest û nêzîkayiyên ‘mirov-navendî’ yên ku dibin sedema serwerbûna li xwezayê û wêrankirina wê, red dike. Alîgir e ku ‘qîmet û îtîbara wê ya danjibîrkirî’ careke din li xwezayê vegerîne. Dipejirîne ku bihevrebûna civak û xwezayê ya li ser esasê rêzdariya li xwezayê û veguherîna wê ya berev ‘baştirîn‘ê biresimîne.

Qîmet û girîngiya pêwîst dide jina wek koleya bi hezaran sal. Li beramberî koletiya qeba û hefsa malê ya feodalîzmê û koletiya modern û dîtina wek amûreke xemlê ya kapîtalîzmê, girîngiyê pê dide ku azadiya jinê dubare lê bizivirîne û wekheviya cinsî pêk bîne. Li beramberî hunera burjûva ya ku jinê mîna metayekê digire dest, hewl dide ku bizav-şêweyekê pêş bixe. Baweriya wê ne bi hebûneke zilam-navendî an jin-navendî, lê belê bi rijandina ser tuwalê ya dansa azadîxwaz a jin û mêr tê. Felsefeya wê ev e: Jiyan, serê kaniya di dilê xwezayê de ye ku ava wê ji destê jin/mêr tê vexwarin.

Ji eniya hunerê ve li dij pîrozwerê, deshilatdariya merkezî, hîyerarşiyê, organîzeya dewletê û feraseta pergala tevizî/req radibe. Ji feraseta hunerê ya modernîteya kapîtalîst cudatir, kevneşopê bi temamî/bi gelemperî red nake, lê belê herwiha li dijî wê yekê ye ku dilsoziyeke fanatîk nîşanî wê bide û wê wek rênîşandera nemir bihesibîne. Ango kevneşopê wek pêwendiya bi rabirdûyê re û wek qada tecrûbeya civakî dipejirîne û serî lê dide. Feraseta ku di jiyanê de li dijî kevneperestiyê perspektîfa wê azadiya bêsînor e, esas digire. Li hember zexta derdora civakî û sîstema perwerdeyê ya kontrolparêz û feraseta dîsîplînê ya ku dînamîkên mirovî yên di hundirê mirov de dirûxîne, disekine.

Çawa ku bi nêzîkayiyeke nîhîlîst a ku meyleke hunerî ya burjûva ye, berê xwe nade helwesta nirxnenas, herwiha li dijî navlêkirina nirxê destnedayî ye ku wek versîyoneke roja me ya feraseta civaka kevn e. Lewre ji hêla civakî ve nîhîlîst û parêzvanên nirxê destnedayî ji riyên cihê ve, li nuqteyekê, di eynî deriyî re derdikevin. Nîhîlîst hîçayiyê dikin dirûşm û parêzvanên nirxê destnedayî jî bi destnedayîkirina wî, wî dikin xwedayî; û ji hêla rehenda mirovî ve ev jî teqabûlî hîçayiyekê dike.

Dîsa yên yekemîn wek heyîna civakî buha bi keda mirov nadin û li ber pêşveçûna civakî dibin asteng, yên duyemîn jî bi destnedayîkirina nirxî rêbaza rexneyê ji dewreyê derdixin û pê re pêşveçûna civakî disekinînin. Belam huner, bereks, xwe dispêre rexneyê û li ser vî esasî dibe wesîle ku ‘germbûn‘eke sebebê libatê derkeve holê û bi vi rengî di pêşveçûna jiyana civakî de rol dilîze.

Hunera xwezaperest a sêyemîn li dijî şêweya jiyanê ya req-materyalîst a modernîteyê, di mirov de bi rasteqîniya madî re cîhana manewî jî dixe cihekî sereke û peydakirina pevretiya hevkêş a van her duyan dike armanc. Herwiha li dijî xusûsiyeta feodalîzmê -ev feodalîzm îro hê jî xwe ferz dike- ya ku mirov dike kole û ji takekesbûnê derdixe, takekesbûna azad derdixe pêş. Li aliyekî li hemberî helwesta sînordanîna jiyanê ya bermayiyên serdema desthilatparêz û feodal ku tê wateya heqareta li mirov, jiyîna bêsînor dipejirîne, li aliyê din li hember helwesta burjûva disekine.

Li beramberî şêweya jiyanê ya modernîzma kapîtalîst ku jiyanê dirizîne û dixe halê metayê, mirovan makîneyî û bêqîmet dike û di nav qeyrana mezêxer de dikişkişîne tunebûnê; armanc dike ku nirxê mirov lê vegerîne û para mirov a ji hemû dewlemendî û xweşikiyên jiyanê radestî wî bike; li şûna qeyrana mezêxer, bi pêşkarî û şehtên afirîner/berhemdar, bi qasî ku rastiya jiyanê mimkun dike seansên aramiyê hilberîne. Bawer dike ku aramiya di rehenda mirovê rastîn de kirûyek e ku ancax piştî qeyran-şehta afirîner/berhemdar dertê holê. Çarenûsa mirov di rehenda xwe ya rastîn de bi qeyran-şehtên afirîner/berhemdar ên bêdawî re li hev herbiliye. Bi gelemperî di encama/piştî pêvajoyên afirînerî/berhemdariyê de aramiya ‘rastîn’ tê. Ev wek çerxekê her berdewam dike.

Perspektîfa wê ya mirov û jiyanê 

Hosteyê vê hunerê, ji ser ewran ve an jî bi çavekî biçûk li mirov nanêre. Bereks, êş û neçariya ku ew tê de ye/dijî, hoste bi xwe jî dijî; di vê wateyê de, xwe bi mirov re wekehevî dike. Û derbarê jiyana mirov, ne alîgir e ku reşbîn û pir çakbîn bibîneLi ser vî esasî jî di mijara jiyanê û ‘çarenûs’a mirov de -wek ku me li jor jî qal kir- çawa ku nabe alîgirê qeyrana mezêxer û li hemberî vê disekine, herwiha hêviya qedîner jî çênake. Lewre bi ya wî, reşbînî hîpnotîzmakereke destbixwîn e ku sahneya xwe-qetilkirina mirov bi mirov dide amadekirin û hêviya qedîner jî jineke laşfiroş a ferazî ye ku bi hesabê mezaxtina jiyanê, dibe sersebeba xwe-xapandin/xwe-eglekirina mirov.

Formûl pir kurt û net e: Jiyan çarenûsa mirov e û dê heta dawiyê/dawiya herî dirêj bi israr were jiyîn. Cihê revê jî tune ye. Xwe-kuştin jî teslîmbûnî û xespa mafê jiyînê ye. Lewma jî, înşaya xwezaya sêyemîn heta ku mimkun be riya herî rast e ku dikare ‘mudaxeleyî çarenûsa mirov’ bike.

Di vê wateyê de, borandina jiyanê ya piçekî jî be li gorî dilê xwe, ji qet-nejiyînê bêtir tê tercîhkirin. Li şûna xeyidîna ji jiyan û dinyayê, tê zanîn ku ev çarenûsek e û tevî çêyî û xerabiyên xwe tê qebûlkirin. Û hewl tê dayîn ku qet nebe jiyan/cîhan ji neyînîtiyên îradî/kirdewar were paqijkirin.

Ango hosteyê vê hunerê dizane ku êşên mirov dê bi dawî nebin, lê belê bawer dike ku ev êş dikarin werin sivikkirin û hewla vê yekê dide. Ji ber vê yekê, li ser navê mirov diajo ser jiyanê û jiyanê ji hemû aliyên wê yên rast ve -erênî û neyînî-bi kûrahiya wê ve û bi pêşbîniyên pêşerojê yên ku cêwiyê wî nabîne digire dest û cêwiyê xwe ji jiyanê re amade dike. Mirovî naxelitîne. Di vê mijarê de ne xeyalperest lê rastîbîn e. Wek xweşiya jiyanê, êşa/rastiya wê ya tehl jî bi cêwiyê xwe re dijî. Xwe tim naspêre hêza erênî ya çîrokan. Ji qudreta tim serkeftî û têkneçûyî ya mîtolojiyê bawer nake. Bereks, di nava jiyana rastîn de dijî û heta ku mimkun be, pê re dibe alîkar ku nêzî çîrok û mîtolojiyê bibe.

Çar mafên jiyanê yên sereke

Di vê çarçoveyê de bi taybetî ji hêla takekesê di civakê de çar mafên jiyanê yên sereke diparêze û xebatê bo vê yekê dike:

Yekem, tu tiştek ji jiyanê ne biqîmettir e.

Duyem, tu jiyanek ji ya din ne biqîmettir e.

Sêyem, mafê her kesî ye ku jiyana xwe tam bijî.

Çarem, mafê her kesî ye ku her wateyê an jî bêwateyiyê bi daxwaza xwe bide jiyana xwe. Lê belê, ez nabêjim ku divê ev tişt ne tiştekî wisa be ku mirov dûre jê poşman bibe (çimkî di cîhana nepenî, muxlaq, şêwe û dibetiyên pirhejmar an jî bi gelemperî bêdawî de ku jê re jiyan tê gotin, hadê em bibêjin ku di gerdûna ‘pratîkên bêsepan’ an jî ‘taqiyên yek-carî‘ de çi qas pêvajo hene ku di wê/vê astê de û ji wê/vê hêlê ve poşmaniyê nadin? Ma ne piraniya mirovan di nava behra poşmaniyê de qeyîkeke biçûk in ku di navbera pêlên mezin de mane? An jî abîdeyeke janê ya hibira poşmaniyan in? Hindik jî be qet-poşmannebûn, gelo pirî caran -pozîsyona kesan çi dibe bila be- ne ketûberî û ‘kesayetiya xewê‘ ye?) belam divê icrayek be ku di pevretiyeke têr a hest û ramana şiyar de tê biryardan.

Li ser vî esasî feraseta hunera xwezaperest a sêyemîn ne tehemûl dike ku civak takekes biçewisîne û şexsiyeta wî parçe bike ne jî tehemûl dike ku takekes civakê bike armanc û kesayeta wê parçe bike.

Û baş dizane ku ev hemû pêşbîniyên wê jî, dê bi feraseta wesandina civaka sosyalîst a dewletparêz nebe ku ev feraset pişta xwe dide reçeteyên şêwaza şoreşger û materyalîsta qeba. Wek ku ekspresyonîst jî tînin ziman, bawer dike ku bi riya “paqijiya ruhî û bi vî awayî biratiya cîhanî”, ango li ser esasê zihniyeta şûştî, li ber serê dewleta ‘welatê xerabiyan’ gav bi gav avakirina civak û jiyana nû zêdetir rastîbîn û encamgir e.

Gava vê dike jî, rexneya li civaka mewcûd xurt araste dike. Bo nimûne, xwe jê dûr dide û naxwaze wek realîstên sosyalîst di nav qalibên çînî yên serveyî û teng de bimîne û berê xwe dide analîzên civakî yên berfireh/kûr. Bi awayekî aktîf li ser bastûr û têkiliyên grûbên di civakê de disekine, hewl dide kiryarên civakî rast teşxîs bike.  Li şûna ku wek realîstên sosyalîst civakeke yek-rehendî û yek-tîp bixêzîne, wek orkestrayekê pevretiya ahengdar a civakeke pir rengîn/pêkhateyî diresimîne.

Helwesta Wê ya Ziman

Ev huner ji xwe re nake derd ku wek rêbazên hunerê yên serdema kapîtalîst rabe û ji biwara xwe ve piştevaniya hewla afirandina neteweyeke burjûva ya dewletparêz û zimanekî neteweyî yê merkezî bike. Bereks li hemberî vê ye. Alîgira dewlemendiya komên mirovan ên cuda û komikên zimanan û bi serbestî xweîfadekirina vê dewlemendiyê ye.

Hemin gotin hatiye ser, em vê piçekî din jî berfireh bikin: Hunera burjûva çawa ku bi xêra zimanekî neteweyî yê merkezî derfeta belavbûn/pêşveçûnê bi dest xist, herwiha alîkarîkirina pêşveçûna zimanekî wiha ji xwe re kir yek ji pirsgirêkên sereke. Halbûkî hosteyê hunera xwezaperest a sêyemîn, bi girîngiya mezin a ziman bo huner û wêjeyê dizane lê belê dîsa jî alîgir e ku çewt nêzî mijara ziman nebe. Dizane ku zimanê merkezî/standardîzasyona ziman, di rastiyê de, ji ber mentiqa afirandina neteweyeke burjûva tê û xizmeta bazara neteweyî ya burjûva dike.

Bo nimûne, ji wêjevanên kurd ên klasîk/pêşî gelekan hem ji xeynî kurdî bi zimanên din jî berhemên cuda dan hem jî gava ku bi kurdî berhem dan, zêde wek problemekê nedîtin ku zaravayên xwe yên xwemalî û dîsa kurdiyeke têkel a tevî zimanên erebî, farsî û hwd. bi kar bînin. Di vir de hin îtiraz dê hebin. Rast e, ev biwareke bipirsgirêk e lê belê ev mijara nîqaşeke cihê ye. Dîsa jî bêyî ku em ji çarçoveya mijarê averê bibin, mirov dikare van bibêje:

Ji ber ku zimanê kurdî bi sed hezaran sal di bin zextê de hat hiştin û qedexekirin, pêwîst e berî her tiştî hunermend-wêjevan ji bo pêşvebirina kurdî di nav keftûlefteke mezin de bin. Ev peywireke jêneger e û nayê taloqkirin. Xwerûkirina zimanê kurdî çawa ku di gelek gelên din de hatiye kirin, pêwîst e di me de jî were kirin. Heta ev ji bo kurdî zêdetir lezgîn û pêdivî ye. Dîsa jî girîng e gava ku mirov vê bike, nekeve kulvara neteweperestê/şovenîstê ziman. Di rabirdûyê de ji bo xweîfadekirina wêjevanên kurd bikaranîna zaravaya xwe ya xwemalî û kurdiyeke bi erebî, farsî re têkilhev jî nîşanî me dide ku di edebiyatê de peyketina zimanê xwerû dê zêde rastîbîn û mifadar nebe.

Lêgerîna nîjada arî çawa ku berhema mentiqeke civakî/siyasetê be, meyldariya zimanê xwerû jî wek niçikê mentiqeke wek vê dikare were dîtin. Wek ku me diyar kir, helbet divê xwerûkirin di kurdî de heta ku pêkan be di asteke pêş de were kirin, lê belê çi qasî pêwîst e mirov ziman teqez û bi darê zorê -çawa ku serdemekê saziya zimanê tirkî kir- bixe nav ciyawazkirinekê, ciyawazkirineke sûnî -bo nimûne ji bo her tiştî teqez têgiheke kurdî darêje-?

Ji ber ku wêje biwareke taybet e, pêwîst e mirov qet nebe di ziman de hinek azadiyê bidiyê. Heke di gotinê de xeyd tune be: Çendî bi qasî eletewşiya ‘ramanên nû bi zimanekî nû tên afirandin’ nebe jî, aşkera ye ku nabe mirov bibêje ‘berhemên baş bi zimanekî xwerû û/an merkezî tên dayîn’ û nabe berhemên edebî bes têxe nav vê çarçoveyê. Berhemên baş bi zimanekî dewlemend -û jê wêdetir li gorî rewşê, bi hinek azadiya di ziman de- tên dayîn. Helbet ziman di huner-wêjeyê de yek ji babetên sereke ye, belam gelo em dikarin bibêjin babeta yekane û herî bingehîn e?

Ji xeynî kurdî nivîsîna bi zimanên din…

Di roniya van babetên ku me behs kirin de em nêzîkî mijarê bibin em ê bibînin ku heke mirov berhemên ku bi zimanên din hatine nivîsîn ji huner-wêjeya kurdan nehesibîne, ev yek dikeve biwara neteweperestê/şovenîstê ziman û herwiha tê wateya neheqiya li rastiya kurd û şemartina nirxê kurd. Helbet di şert û mercên asayî de an jî siberojê, tiştek jê xwezayîtir û bênîqaştir nîn e ku mirov berhemên huner-wêjeya kurdan bi kurdî bide. Tiştekî li derveyî vê dê zêde watedar nebe û dê zêde neyê qebûlkirin.

Lê belê di şert û mercên zext, asîmîlasyon û kolonyalîzmê de ku ji sedan salan gihîştine heta roja me, pêwîst e were fêmkirin û qebûlkirin ku mirov berhemên huner-wêjeyê bi zimanekî din, bi taybetî bi zimanekî gelên cîran bide an jî carinan vê tercîh bike. Li vir tiştê esas ruhê wê berhemê ye. Ruhê ku berhemek hildigire, ango rengê xwîna ku di damarên wê berhemê de diherike û rola ku dilîze nasnameya xwe dide wê berhemê.

Taybetmendî û Şêwaza Wê

Xwezaperestiya sêyemîn ne feraseteke qeba ya wek ‘huner bo civakê ye’ û ne jî nêzîkayiyeke erzan a wek ‘huner bo hunerê ye’ maqûl dibîne. Çimkî dizane ku a yekemîn, hunerê eynî wek helwesteke bicihanîna peywireke civakî-siyasî ya di zincîra emir-komutayê de dibîne û wê ji xwezaya wê û azadiya wê ya afiranê vediqetîne; a duyemîn jî, di nav derûniyeke ji berpirsiyariya her cureyî dûr de, hunerê li egera heyîna wê û afirînerê wê ango li mirov biyanî dike û -em bibêjin ku- wê vediguherîne hewesek an jî fenteziyeke ketûber û wê ji xwezaya wê û hêza wê ya afiranê vediqetîne.

Hunera xwezaperest a sêyemîn ne mecbûr e rêbazên hunerî yên kevneşopî, romantîk, rastîbîn û hwd. bişopîne. Divê li ser kokên xwe şîn were. Nabe ku bibe niçikekî wan; lê belê mîratwergirtina ji wan tiştekî din e. Û vê yekê dike.

Di rastiyê de, mirov nikare xwezaperestiya sêyemîn wek yek ji rêbaz û bizavên hunerê-wêjeyê yên kevneşopî yên melûm hilde destê xwe. Ew li hemberî qalibvanî, kevneperestî û sînordariya ‘rêbazhez’ a melûm e. Gotin li cih be, ‘despotîzma rêbazhez’ napejirîne û vê yekê wek xistina bin fişarê ya hunerê-wêjeyê dinirxîne. Ango ji hêla teknîk û uslûbê ve cihêtiyên req ên rêbazheziyê napejirîne. Û esasen heke ji vê hêlê ve em bibêjin li hemberî rêbazheziya kevneşopî ye, dê rasttir be.

Xwezaperestiya sêyemîn, bêtir wek şêweyeke feraset û helwestê, armancên diyar dide ber xwe û ji bo ku bi riya hunerê-wêjeyê xwe bigihîne vê yekê, li gorî rewşê ji gelek uslûb-terzên muxtelîf îstîfade dike, dikare wan bihundirîne. Wek armanc ji bo afirandina ‘bedewa başker û veguhêrîner-pêşdebir’, bêyî ku xwe bispêre qaliban, rê û uslûba ku behremendiya/dehaya hunermend dahênandiye û venasiye/neqandiye disepîne û ‘bedewtirîn’ê bi dest dixe û vê raberî mirov/civakê dike.

Armanca vê feraseta hunerê ne bes afirandina hestê ‘xweşî’yê di mirov de ye. Xweşîdana mirov û başkirin/bedewkirina jiyanê yek ji armancên wê yên sereke be jî, armanca sereke ew e ku bi riya halên zewq/dilgeşî û êşê cîhana hest û ramana takekesî û komî bilivîne û bibe sebebê guherîn û veguherînê. Bi riya berhema afirandî, mirov li dû bedewê bibezîne û bigihîne gavekî ji jiyanê/tiştê heyî wêdetir. Mirovê ku bi bandora bedewê ya ku aqil disekinîne hatiye sîqilandin û hejandin, bi rengekî efsûnîbûyî nikare xwe ragire ku gav neavêje berev pêş û nûyê. Tiştê girîng û esil ew e ku di şexsê berhemê bi xwe de karibe bedewa çaverêkirî û di xuyanga bedewê de nûyê bide.

Hunera xwezaperest a sêyemîn, li gorî rêgezên ku me li jor diyar kirin, di berheman de azadiya afirîner û vebûna hestan esas digire. Li hemberî kevneperestiyên ku ji rastiya hunerê re ters in, azadîxwaziyê diparêze. Gera bêsînor a xeyalê ya ku nayê pişkinandin dipejirîne. Belam divê ev bi objektîfiyê were terazandin. Di berhemên xwe de, nexasim girîngiyê dide rengvedana yekkirina jiyana madî bi zengîniya manewî re. Ango nêzîkayiyeke du-alî ya wiha esas e.

Yekkirina fîzîk û metafîzîkê, rastî û surrealîteyê nêzîkayiya sereke ya vê hunerê ye. Nahêle ku yek kontrolê li ser ya din pêk bîne; bala xwe dide ser pevretiya hevkêş a her duyan. Ji ber vê yekê, kontrola aqil a li ser berhemê wek qetla hunerê pênase dike. Û li gorî wê, berhema ku asasen netîceya hestê bibaskbûyî yê bi ramana-agahiya konsantrebûyî ye, dikare aqil bişêwîne.

Rastiya ezmûnger a ku xwe dispêre materyalîzma qeba û têgihanê wek ‘tekane’ nagire. Vê yekê bêtir wek ‘rastiya yê çavdêr’ diwesfîne. Ji ber vê yekê jî wek ‘rastiya sînordar an jî ya ne rast’ qebûl dike. Û wek keftûlefta sereke dike armanc ku jê derbas bibe. Dînamîzma di nav rastiyê de esas digire. Û bêîmkaniya xwegihandina ‘rastiya vebirî’ dibîne. Ji ber vê yekê, rêwîtiya hunerê wek lêgerîna rastiya bêdawî ya ku derketiye rêpêxistina rastiya taybet terîf dike.

Li vir gotina Picasso ya ku dibêje, “huner derewa ku mirov xwe pê digihîne rastiya mezin e” bi bîr tîne. Û vê wek îroniyekê dinirxîne û wiha zelal dike: Gelo huner ne ew xeyalên me yên pêkan in ku me bi meraq an jî hêviya xwegihandina rastiya/heqîqeta vebirî/mezin a ne mewcûd, çêkirine? An jî gav bi gav başkirin/bedewkirin û pêşvebirina jiyanê ye, bi armanca/hêviya xwegihandina jiyana îdeal a ku belkî em qet nikaribin xwe negihîninê.

Hunera xwezaperest a sêyemîn -heke gotin li cih be- di jiyana rojane de, -çendî ku wek rêbaza sereke ya di jiyana mirov de qebûl dike jî- bi îhtiyadeke kifş nêzîkî ‘hedef û muteşebîsiya xwegihandina wê’ û ‘hestê daxwazê/hesretê’ dibe. Ew girîngiyeke mezin dide keftûlefta domandina lêgerînê bo armanca başkirin/bedewkirin û veguherandina jiyanê ya di deryayeke bêserî û binî de. Û di vê lêgerînê de qîmetê dide hêza tesadûfan û qabiliyeta nirxandina wan. 

Û cudayiya yê amiyane û yê mezin, yê ketûber û yê aloz, yê tê zanîn û yê nayê zanîn bi xêzên vebirî nake. Bawer dike ku di wan de heman cewher heye û ji pevretiya wan bawer dike. Her yek ji wan rûyekî heman madalyonê ye. Û li gor şert û mercan, li xweşê diçe ku  biguherîne û bi me bilîze. An jî bo nimûne, di rastiyê de -ji hêla gelek rewşan ve- ‘diyar’ û ‘nediyar’ nîn in û ev halên îzafî ne; ‘diyariya temaşeger’ û ‘nediyariya temaşeger’ hene an jî ‘diyariya kêliyê’ û ‘nediyariya kêliyê’ hene.

Feraseta wê ya estetîkê û dîsa ‘bedew’… 

Bi feraseta azadiya bêsînor nêzîkî estetîkê dibe. Xemeke estetîkê ya wiha weziyeta ruhî ya esas e ku nayê nîqaşkirin. Lê belê li gorî cihê xwe an jî di rewşên pir taybet de qebûl dike ku ev bi ‘unsûreke îhtiyadê’ re were terazandin, unsûra îhtiyadê ya ku -ez ê nebêjim bi ‘hêmana etîk’ lê- ji hêla realîteya civakê ve û a rasttir û esiltir ji hêla realîteya mirov ve, pêkhatina wê gengeşeyî ye -û ji ber hesasiyeta bûyerê- pêwîstî û dozaja wê baş hatiye hesabkirin.

Di vê çarçoveyê de, peyam û bang ne bi nasnameyên xwe yên ku her kes pê dizane û ne wek yên ku bi xwe vedixwînin tên dayîn, lê bi halê bedewa ku di temasa ewil de aqil ji serî dibe û wek qebûlkerên banga muxatab tên dayîn. Tê zanîn ku ji van yên yekemîn propagandayê-ajîtasyonê pênase dikin û yên duyemîn hunerê îfade dikin. Di vê rewşê de şopînerê xwezaperestiya sêyemîn bi hêrs wiha bang li nexweşiyeke ku destê xwe ji pêsîra me naşikîne, dike: Em bihêlin bila siyasetvan propagandayê-ajîtasyonê bikin, divê em bidin dû ‘bedewiya bibandor’! Ma jixwe hunermend ne don juanê hunerê ye?!

Û dibêje ku: Divê cewher û şêwaz di nav hev de bihelin, bikelijin û bibin yek. Divê ‘tekîtî’ derkeve holê. Divê cewher û şêwaz bi ‘tek’bûnê bikevin halê bedewê û wek bes bedew ji muxatab re werin pêşkêşkirin.

Gava ku muxatab li berhemê binêre, divê fersendê nebîne ku bikeve pey lêgerîn û cudayiyên wek “cewhera wê çi ye, dixwaze çi bide?” an jî “xwedî şêwazeke çawa ye?” û divê bibe êsîrê têgihan/bedewa bibandor a tekane.

Sembol

Di vê nuqteyê de û ji hêlên cuda ve sembol ji bo vê huner-wêjeyê cihekî girîng digire. Wek ku me li jor jî behs kir, sembol roleke girîng dilîze di bûyera derbasbûna bi çavê ruh ya ji tiştê tê zanîn û tiştê dixelitîne wêdetir. Hunermend  rastiyê an jî jiyana rasteqîn nîşanî me dide ku ji agahiyê/ji yê diyar û ji rûtîna rojane ya ku hişê me misêwa dagir dike wêdetir e. Ev rastî an jî jiyana rasteqîn esasen ya me ye lê belê ji ber ku civaka heyî ‘berdêlê hatî dayîn’ ê bi navê ‘şerê jiyanê’ li me ferz kiriye, bêyî ku em hay ji hebûna wê hebin, em bûne xerîbên wê. Rastiya ku mirovê ji rêzê nikare bi sehekên xwe rasterast xwe bigihînê lê belê hunermend bi çavê ruhî xwe digihînê, bi riya sembolan bo me tê pêşkêşkirin.

Sembol dînamîka şoreşger a hunerê ye. Ne tenê bi hunermend re têkildar e ew. Piştê ku ew berhema hunerî hat pêşkêşkirina tasdîq/eleqe, êdî sembol her kesî ‘dixe kar.’  Cîhana hest û şiroveyê ya muxatab dixe tevgerê. Û bi vî rengî dike ku muxatab xwe ji ketûberiyê rizgar bike. Çavê wî yê ruhî dixe dewreyê û bi vî awayî derfetê dide ku xwe bigihîne rastiya di sembolê de bicihbûyî/li dû sembolê. Û a girîng jî, bi sêwiran û tespîtên cure bi cure yên muxatabên xwe ve xwe digihînê xuyangên rastiyê yên ji yekê zêdetir.

Û tê zanîn ku sembol di helbestê de cihekî pir girîng digire. Heke em wek şibandina ku ewil tê hişê mirov û herwiha gotina “di gotinê de xeyd tune be” bi bîr bixin, em dikarin hunerê wiha têxin şûna mirovekî: wêje (pexşan), qerqodeyê hunerê ye; resim çermê wê; muzîk ruhê wê; helbest jî dilê wê ye.

Leheng û Babetên Ku Li Ser Disekine

Yên ku berhemên vê huner-wêjeyê pêk tînin, bi gelemperî heyînên xwezaya sêyemîn in. Lehengên xwe bi gelemperî ji pêkhateyên civaka demokratîk û xwezaya sêyemîn dineqîne. Ji rabirdûyê ta roja me, rehendên wan çi dibin bila bibin, yên ku di nav cîhaneke xwedî karaktera xwezayî/xwezaya sêyemîn û demokratîk-neteweyî de cih digirin, yên ku dixwazin terzê jiyaneke wiha bijîn û yên ku ji bo avakirina vê ya sîstemîk dixebitin hêmanên berdest ên vê hunerê.

Li ser vî esasî, xusûsen girîngiyê dide wê yekê ku lehengên xwe ji canfîdayên rizgariya neteweyî-demokratîk û avakirina civaka demokratîk hilbijêre. Lewre canfîda bîra civakekê ne. Civakeke ku canfîdayên xwe ji bîr bike, mehkûmî jibîrkirina bîra xwe ye. Lê ma huner-wêje ne mukelef e ku bîra civakekê pêk bîne? Di vê peywendê de, serokatiya Tevgera Azadiyê, şehîdên wê, şervan û kedkarên wê lehengên wê yên sereke û kadroya wê ya şexsan pêk tîne. Canfîdayên meçhûl, ew kesayetî ne ku bi taybetî biwara wê ya eleqeyê pêk tînin.

Di heman demê de, yek ji taybetmendiyên girîng ên vê hunerê ew e ku lehengên xwe ji kesên jirêzê yên nav gel hildibijêre. Bo wê ‘erk’ek e ku rol û zengîniyên nediyar ên hêmanên bênav ên gel derxe meydanê û li gencîneya hişmendiya civakî ya hevpar zêde bike ku ev hêmanên bênav, ji rabirdûyê heta roja me, ji bo jiyandina jiyana xwezayî-demokratîk û neteweyî û di şert û mercên îroyîn de ji bo avakirina civaka demokratîk can û xwîna xwe dane.

Û li paş xwe vedigere û kêlî/bûyerên dîrokî, hêmanên çandî û lehengên çîrok-efsaneyan ên ku ji rabirdûyê bo serdema nû wek mîrate mane, ji nû ve digire nav rojeva xwe. Wan dîsa bi can û xwîn dike û hewl dide ku wan bike yek ji çavkaniyên îlhamê yên civaka demokratîk û jiyana xwezaya sêyemîn.

Babetên vê hunerê jî, normal e ku li ser bingeha espriya kadroya şexsan û lehengên ku me diyar kirin, tên nirxandin. Bi gelemperî mijarên derbarê hêlên cure bi cure yên jiyana neteweyî-demokratîk û xwezayî/xwezaya sêyemîn, geşbûna vê jiyanê û afirandina mirovê vê jiyanê babetên sereke ne. Di vê peywendê de, pratîkên civaka klasîk ên şaristaniya dewletparêz û şêweyên huner-wêjeyê yên ku xizmeta vê yekê dikin, di zemîneke rexneyî de tên nirxandin. Babetên wek têkoşîna azadî û demokrasiyê, azadiya jinê, rêzdariya bo xwezayê, hebûn, veguherîn û pêşveçûna bi pevretiya ahengdar a li gel xwezayê û çîrokên jiyanê yên kedkarên ku wek hilberînerên jiyana rojane ne, tematîka sereke ya vê hunerê pêk tînin.

Bo nimûne, dikare partiyên nêçîrên hov yên şah-padişahên huner-wêjeya ku di rabirdûyê de di bin bandora serdestiya merkezî de bû, ji nû ve hilde destê xwe, lê belê di zemîna rexneyê de. Herwiha dikare pêşkêşkirina tazîtiya jinê ya wek metayekê û navgîna zewqa qeba ya li ser navê hunerê di hemû biwarên hunerê -di serî de di hunerên dîtbarî de- yên seranserê serdema burjûva de, di zemîna rexneyê de ji nû ve bigire dest. Ji ber ku ev tazîtiya jinê di rastiyê de ne wek tazîtiya mirovê xwezayî ye ku mirovatiyê gelek caran bêyî bikeve nav cudayiya jin û mêr kiriye an jî ne wek cîhana cinsî ya însanî ya xwezayî ye.

Peyamên Sereke ji hêla Serdema Heyî ve

Aşkera ye ku ji hêla serdema heyî ve, avakirina sîstema konfederal a demokratîk û rizgariya neteweyî-demokratîk a ku li Kurdistanê geş dibe, eleqeya sereke ya vê hunerê pêk tîne. Li ser vî esasî, dupata muhtewaya demokratîk û nasnameya neteweyî ya kurd dike û bang dike ji bo avakirin û têkoşîna ku li welatê me bi vî rengî bilind dibe. Şahidiyê li vejîna miriyan, şehadetan, zindîbûna li zindanan û şiyarbûna gelekî dike. Li aliyekî, jiyana civakparêz a demokratîk a nû ku geş dibe, diresimîne û li aliyê din di bîreweriyên kolektîf de dîrokê ji nû ve zindî dike û di ser berhemên xwe re, berev pêşerojê bi civakekê re dikeve nav diyalogekeke ku hêviyê dide.

Ji bo vê, di serî de asta serokatiyê ya Rêber APO û şehîdên azadiyê, daneheveke nirxan a pir dewlemend, rasteqîniya şer-gerîla ya ku ev huner dikare wek çavkaniyekê serî lê bide, mînakên mezinayiyê yên ku îfadeya xwe di Mazlûm, Kemal, Egîd, Sara, Rustem, Xebat, Viyan, Simkoyan de dibînin û herwiha çîrokên eşqê yên mezin ên ku di berxwedanên bêhevta yên ji Heftanînê heta Kobanê belavbûyî de, bi mirina bi hezaran Mem û Zînan derdikevin asta jerî jor, hene.

Bi vî rengî li ser van babetan tê sekinîn û ji hêla serdema heyî ve, heqîqet bi roniya dilkêş a hunerê tên ronîkirin û rastî tên nîşandan. Heke helbest fermana muzîkal be, yên ku divê bimirin û yên ku divê bijîn di sêniya zêrîn de tên fermandin. Ne tenê rizgarî an azadbûna resmî, herwiha hewl dide ku bersivê bide avakirineke durist an jî azadiya civakî-takekesî jî. Û yê esil jî belkî jî ev ê duyemîn e. Lewre bi vî awayî, rêyên raberkirina varyasyona jiyana nû ya di salona bi çil-rengî û çil-neynikî de ji bo pêkhateyên civakê tên vekirin.

Romana ‘Divê çawa bê jiyîn?’

Li vir hemin gotin hatiye ser, dê maqûl be ku li ser babeta ‘divê çawa bê jiyîn?’ were rawestin.

Tê zanîn ku li Rûsyayê Çernîşevskî pirtûka ‘divê çawa bê kirin?’ nivîsî. Lenîn tezên ‘divê çi bê kirin?’ nivîsîn. Li Kurdistanê pirs an jî romana ‘divê çawa bê jiyîn?’ hat rojevê. Xuya ye ku yek ji pirs an jî romanên sereke yên ku ev huner dê li ser bisekine, ev e. Gava ku ev tê kirin, xwezayî ye ku gelek caran li şûna pirs an jî romana ‘divê çawa bê jiyîn?’, pirs an jî romana ‘divê çawa neyê jiyîn?’ bibe xala destpêkê. Di encamê de her du heman tişt bin an jî di heman deriyî re derkevin jî wek rêbaz pêkanîna ya duyemîn dibe ku afirînertir be. Çi be jî, ji ber ku dê pir îradî be, bersiva ku em dixwazin bidin her duyan jî, em nikarin bidin. Helbet hosteyê vê hunerê di mijara jiyanê de nikare xapîner nêzîk bibe.

Ew dizane ku heqîqetên civakê û cîhana objektîf a heyî wekî her tiştî, terzê jiyana mewcûd jî pêşkêş dikin. Em vê yekê çendî qebûl nekin (divê ‘red’ên me an ‘qîmaxwepêneanîn’ên me bêdawî bin) û hewl bidin gav bi gav biguherînin û heta cihekî/astekê biguherînin jî, em li her rawestgeheke nû tim bi heqîqetên objektîf ên nû yên ji me wêdetir re rû bi rû dimînin. Jiyan diherike û diçe. Aha di vê peywendê de, gelek caran pirsa ‘divê çawa neyê jiyîn?’ hîn zêdetir di çarçoveya îradî de bersiva xwe dibîne. An jî; heta ku em pêşî ‘red’ên xwe pênase nekin û nexin rojevê, em nikarin ji bo ‘qebûl’ên xwe pênaseyên rastîbîn bikin an jî rê ji wan re vekin. Ji ber vê yekê, heke mirov ji bo pirsa ‘divê çawa bê jiyîn?’ ji ters ve di nav lêgerîna bersivê de be, ez dibêjim ev yek dibe ku ji hêla rêbazê ve gelek caran encamgirtir be.

Xuya ye, çi bersiveke ku ji bo pirsa ‘divê çawa bê jiyîn?’ an jî ‘divê çawa neyê jiyîn?’ hatiye peydakirin jî bi reflekseke siyasetvan li mirovan nikare were dîktekirin. Berovajiyê wê, hunermend wê bi dilê muxatabê xwe diguherîne.

Divê ji kêmasiyên hunerî yên mewcûd were bihurîn

Wek xusûsên sereke yên serdema ku em tê de dijîn, li ser temayên têkildarî Têkoşîna Azadiyê tê sekinîn û ji wêjeyê heta muzîkê, heta resm ji hêla hemû şaxên hunerê ve, divê hosteyê vê hunerê bikare ji kêmasiyên li jor behskirî yên ku pêsîra me bernadin bibihure û di berheman de amatorî, rûkaltî û sloganvaniyê li pey xwe bihêle. Bi taybetî divê ji hêla uslûbê ve ajîtasyon-propagandaya li ser navê hunerê biterikîne û divê bikare niyet, armanc û mijarên ku li ser disekine, bigihîne pêşkêşiyên hunerî yên ku me li jor hewl da ku rave bikin.

Berovajiyê ku zincîra bîrewerî û bûyer/kiryaran wek kronolojiyekê û nerewan bigire dest, divê karibe dahûrandinên rewşên siyasî, civakî, leşkerî, çandî û psîkolojîk bike, divê karibe jiyana kevn û ya nû di serî de wek terzên jiyanê xurt bigire dest, li şûna ku şexsan wek reqeman bide divê karibe tîpolojîk nêzîkî berhemê bibe û divê karibe şexsiyet di nav bitûnî û nakokiyên cîhanên xwe yên hundirî û derveyî de berceste bike. Nemaze divê karibe sîstema civaka berê ya li Kurdistanê û nûnerên wê bixe bin rexneyên berfireh. Ji bo van êpê melzeme jî hene jixwe: Kolonyalîzm-kolonyalîst, feodal-altax, berxwedan û teslîmiyet, fedayî û xayîn, reformîst û şoreşgerên radîkal ên ku bi rengekî tesîrdar ketine bin merceka siyasî…

Wek gotina dawî, hosteyê vê hunerê çawa ku ji bo lîstina rola xwe ya di rizgariya neteweyî-demokratîk û înşaya civakî de van hemûyan pêk tîne, herwiha şert û mercên ku civak tê de ye û dijwariyên ku gelê wî rû bi rû ye, dijî û gava hewce bike, ji bo fedakariyên ku jê tên hêvîkirin bi cih bîne, kesayetiyeke nû li xwe dike. Ancax bi vî rengî ruhê xwe tevlî berhemên xwe dike û bi awayê îfadekirina herî rasterê, alîkariya xwe ya rasterast û dîrokî -ku di dîroka cîhanê de gelek mînakên wê tên dîtin- bo têkoşînê dike.

Lewre li welatên ku di bin qîrên serfiraziyê yên tariyê de dinalin, hunermendiya heqîqî kesayetiyên berpirs ên ku ruhê xwe di kefa destê xwe de wek ‘bedew’ raberî gelê xwe dikin, dixwaze. 

Xelata hunermend, fedakarî û hêsirên ku dirijîne tasa rûmetê ya dîrokê ye! 

İlginizi çekebilir