429 Qurbaniyên erîşa Tirkiyê bo ser Serêkaniyê û Girê Spî tên bîranîn

Îro Yekşemê, 9ê Cotmehê, Komeleya Mafên Mirovan ya herêma Cizîrê li pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo, daxuyaniyek bi bûneya salvegera sêyemîn ya kontrol kirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên opozisyona Sûrî yên girêdayî wê hat ragihandin.

Di daxuyaniyê xwe de Komeleya Mafên Mirovan bang li sazî û rêxistinên navdewletî kir ku destwerdanê bikin û binbêkirinên ku ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve têne kirin rawestaîn in û zemîneke guncayî jibo veger derbiderên Serêkaniyê û Girê Spî bi afirîne.

Ji aliyê xwe ve rêvebera Komeleya Mafên Mirovan Evîn Cûmaa ji Dengê Amerîka re ragihand ku di heyama 3ê salan da, bi sedan binpêkirinên ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên Itlafa Sûrî ve çêbûne hatine belge kirine û radestî aliyên navdewletî kirine.

Ji hêla xwe ve derbiderên Serêkaniyê yên ku li bajarê Qamişlo bi cihbûne diyar dikin ku ev sê salin ew bang li civaka navdewletî dikin da ku vegerin ser mal û milkên xwe lê bêdengiya saziyên navdewletî xwesteka wan li ber çav nagire.

Mihemed Cezaa derbiderkeî bajarê Serêkaniyê ye dibêje, Tirkiyê ne weke dewleteke dagirker Serêkaniyê kontrol kiriye, artêşa wê û çekdarên biser wê ve tewanên dijî mirovan pêktînin.

Benzer haberler

Derbdera bajarê Serêkaniyê helbestvan Anahîta Sîno jî hestên xwe di derbarê vê bûneyê de anîn ziman û bang li hêzên siyasî yên Kurdên Sûrîyê kir ku li doza niştecihên Serêkaniyê xwedî derkevin û yekîtiya xwe ava bikin.

Li gorî Komeleya Mafên Mirovan ya herêma Cizîrê ji destpêka 9ê Cotmeha 2019an ve û heya 6 Cotmeha 2022an, 429 kesên sivîl bûne qurbanên êrîşên Tirkiyê yên li ser bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê.

Ji vê serjimarê 64 zarokin, 88 jin in, û di nav qurbaniyan de 7 rewşên kûştina yekeser hene.

Her wiha li gorî rapora Komeleya mafên mirovan ya ku bi vê bûneyê hate belavkirin ji destpêka sala 2019an û heya 2022an 424 kes ji bakur û rojhilatrê Sûriyê ji aliyê artêşa Tirk û çekdarên biser wê ve hatine giritin, ji vê jimarê 30 jê jinin.

Her wiha 50 çaran dironên Tirkiyê deverên kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyê aramnc girtine, ku di encama van êrîşan da bi dehan sivîl hatine kuştin.

 

/ voa kurdi /

İlginizi çekebilir