“Pistepistek Bilind” ji dengê Hêja bilind bû

Wê carê Hêja “Pistepistek Bilind” dike…

Albûma duyem ya Hêja: Pistepistek Bilind di 02ê Tebaxa 2022 an li ser hemû platformên dijital cihê xwe digre. Hêja’ya kû bi maxi-single a xwe ya yekem Stranên Neşuştî bal kişandibû ser xwe vê carê jî albûmeke ji 8 stranan pêk tê bi hezkiriyên xwe re parve dike. 

Mihyedîn Nahrîn

Hêja, vê carê jî bi awazên nûjen li himberî me ye. Di albûmê de şêweyên wek rock û pop hene. Herwiha di strana “Masiyê Biçûk” de elemetên Jazz ê hatine bikar anîn. Ji alîyê din ve, di sitrana “Halê me” de ruhê stranên Erîvanê heye. Yek ji taybetmendiyên albûma Pistepistek Bilind; bikaranîna helbestên Kurdî yê hemdem e.

Hêja, helbestên Roşeng Rojbîr, Gulîzer, Şokrî Şahbaz û Şêrko Bêkes beste kiriye. Li gel van navên giranbiha, Hêja gotin û muzîka sê stranan jî bi xwe çêkiriye. Aranjoriya şeş stranan Hêja û Olaf Gödecke bi hev re kirine û her du stranên bi navê “Gîtar” û “Wîskî” dîsa Cansûn Küçüktürk aranje kirine. Ev albûm bi piştgiriya fona muzîkê ya Alman Initiative Musik hatiye çêkirin û ev yekemin albûma Kurdî ye kû piştgiriyê ji vê fonê distîne. Bi vî awayî jî ev albûm baldar e. Belavkirina albûme Red Music Digital’a li Hamburgê girtiye ser xwe. 

 

Lê gelo Albûma Pistepistek Bilind ji me re qala çi dike? 

Ya birastî albûm ceribandinek çîrokbêjî ya bi stranan e. Wek mînak; di yekê de qala çîroka masiyekî biçûk dike kû di nav derya û çeman de wenda dibe. Hêja, di vê stranê de referansekê dide nivîskarê Îranî Samad Behrengî. Stran wek strana zarokan dest pê dike û masiyê biçûk di nava stranê de mezin dibe. Dîsa di strana Pistepistek Bilind de, em wek filmekî çîroka Hemoyê biçûk î boyaxçî dibînin. Strana Sobe çavdêriya du çavan e kû li ber perava Heskîfê bi hêrs û hezkirin li Kurdistanê dinêre.  Di strana Xwelî de evîna jineke bi nefs û bê çare xwe li ber guhê me radixe. Strana Halê me bi awayekî henekçî nifiran dike hwd. Bi kurtasî di vê albûma balkêş de her çîrok stranekê dibêje. 

Hêja we dawetî dinyaya xwe ya bî çîrok û melodîyan neqşandî dike. Pîroz be.

 

Di Derbarê Hêja

Hêja li Zaningeha Boğaziçiyê Edebiyata Îngilîzî xwend. Wê demê li Kluba Folklorê ya Boğaxiçiyê bo sê salan, dersên stranbêjî û muzîkê girt, li ser muzîka gelerî ya kurdan û dengbêjiyê lêkolîn kirin û ket nav karên berhevkirina stran, klam û çîrokên kurdî. Di heman demê de li ser Edebiyata Kurdî hûr bû. Dûre nasnameyên xwe wek wêjekar û muzîkjen anîn gel hev û bi awayekî edebî nêzî muzîkê bû. Piştî ku ji zaningeha Columbiayê ya li New York’ê bo Masterê hat qebûl kirin, dema xwe amade dikir biçe Amerîkayê ji ber sedemên siyasî hat girtin. Li girtîgehê xwe fêrî gîtarê kir û dest bi çêkirina besteyan kir. Piştî ji hepsê derket koçî Almanya kir û li wir di sala 2020’an de Albûma xwe ya yekem Stranên Neşuştî derxist.

 

Hêja sala 2021’an de ji Wezareta Çandê ya Hambûrgê bursa hunermendan stend û li Almanya weke lîstikvan û stranbêj hat nasîn.  Wê di heman salê de duoyeke muzîkê ya bi navê Birds of Babylon afirand û singla xwe ya bi bi sê zimanî ya navê Boomerang Refugee derxist. Dîsa vê salê dîrektoriya muzîkê kir ji bo lîstika Citizenpark (Lichthof Theater). Hêja heta niha li bajarên cûda yê Almanya û Îsvîçreyê gelek konser dane herî dawî tevî koma xwe Birds of Babylon beşdarî Festivala World Music Ruhr Intenationalê bûye. Hêja niha li Hamburgê dijî û karen şano, film û muzîkê dike. 

 

Lînkên Têkildar

İlginizi çekebilir